Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Rûsya û Tirkiye tevgerên xwe yên dîplomasî der barê Idlibê de zêde dikin. Rûsya hewl dide senaryoya Xota û başûrê Sûriyeyê li Idlibê dubare bike. McGurk bi armanca piştgiriya Ebadî di wîlayeteke nû de serdana Îraqê dike. Almaniya li ser daxwaza welatiyan peykerekî zêrîn a Erdogan rakir.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
29 tebax, 2018   07:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa tevgerên Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de kirin. rojnameyan bal kişandin ser xebatên avakirina hikûmeta Îraqê û behsa lêpirsîna serokê Îranê Hesen Rohanî ji aliyê parlemanê ve. Rojnameyan her wiha ragihandin ku rayedarên Almaniya li ser daxwaza welatiyan peykerekî Erdogan a zêrîn rakirin.

Rûsya Hewldide senaryoya Xota li Idlibê dubare bike

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa mijar û aloziya Sûriyeyê û tevgerên Rûsya û Tirkiyeyê derbarê Idlibê de kirin. rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya hewl dide lihevhatina Idlibê weke Xota pêk bîne". Rojnameyê ragihand ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kiriye ku tedbîrên danûstandinan bi tabûrên opozîsyona Sûriyeyê re û hin rûspiyên parêzgeha Idlibê re werdigire da ku lihevhatineke weke lihevhatinên li başûrê Sûriyeyê û beriya wê li Xota El-Şerqiyê ya Şamê pêk bîne. Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu diyar kir ku danûstandinên dijwar di hemû aliyan de bi kesên ku me berê bi opozîsyona nerm bi nav dikirin û niha bi çekdar û serkêşên wan re tê meşandin. Her wiha xebat bi hin rûspî û şêxên qebîleyan ên li ser erdê tê meşandin.

Hevpeymana hevkariya leşkerî di navbera Tehran û Şamê de

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tehran; Em ê hebûna xwe ya leşkerî di Sûriyeyê de biparêzin û em ê fabrîkeyên wê yên şer jinûve ava bikin". Rojnameyê li ser navê rayedarekî paya bilind ê Îranê ragihand ku Îranê dê hebûna xwe ya leşkerî di Sûriyeyê de biparêze tevî ku Amerîka zextê dike da ku xwe jê vekişîne. Her wiha eşkere kir ku hevpeymaneke hevkariya leşkerî di navbera Tehran û Şamê de pêk hatiye.

Rûsya hebûna xwe ya leşkerî di Sûriyeyê de xurt dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî heman mijarê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya hêzên xwe li berava Sûriyeyê zêde dike û amadekariya çalakiyên mezin dike". Rojnameyê diyar kir ku Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li berava Sûriyeyê zêde dike û ragihand ku dê di nîvê meha bê de çalakiyên leşkerî yên mezin ji serdema Yekîtiya Soviyêt ve ya sala 1981'an ve lidar bixîne.

McGurk serdana Bexdayê dike

Girêdayî xebatên avakirina hikûmeta Îraqê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şandeyê Trump ji bo şansên Ebadî di wîlayeteke nû de zêde bike serdana Bexdayê dike". Rojnameyê diyar kir ku şandeyê taybet ê serokê Amerîka Donald Trump li Îraqê Brett H. McGurk şêwrên xwe bi aliyên cûda yên siyasî re li Bexdayê dike û hewl dide piştgiriya bi Ebadî re bike da ku di wîlayeteke nû de bimîne.

Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebadî ber bi pergalkirina 'El-Heşid' ve diçe da ku rola wê ya siyasî sînordar bike".

Şerê devkî xebatên lihevhatina Filistînê asteng dike

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şerê devkî der barê dosya agirbestê bandorê li xebatên lihevhatinê dike".

Pêngava aştiyê li Başûrê Sûdanê asteng dibe

Girêdayî mijarên Sûdanê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Opozîsyona sereke li Başûrê Sûdanê belgeya aştiyê îmze nekir."

Rohanî piştî lêpirsîna di parlemanê de li hemberî dadgeriyê rû bi rû ye

Girêdayî mijarên Îranê jî rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rohanî xwe li hemberî dadgeriyê amade dike piştî ku nikaribû parlemanê birazîkirin bide."

Peykerekî Erdogan li Almaniya hate rakirin

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Almaniya peykerekî zêrîn a Erdogan li ser nerazîbûna welatiyên xwe rakir."