Şandeya HDP`ê li Dersimê ye

Parlamenterên HDP’ê ji ber şewata li Dersimê hatin Dersimê û bi nûnerên saziyan re rûniştin.

Şandeya HDP`ê li Dersimê ye
28 tebax, 2018   10:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke ku ji parlamenterên HDP’ê pêk hatî, li dijî şewatên li Dersimê yên bi destê dewleta Tirk îro hatin Dersimê.

Şande bi rayedarên DEDEF, DAD, SMF, Partîzan, Komeleya Hawîrdorê ya Munzurê, Navenda Lêkolînê ya Dersimê ya KESK’ê, Pîr Sultan û aktîvîstên ekolojiye re li avahiya bajêr a Dersimê ya HDP’ê, hatin cem hev.

Hevseroka HDP’ê ya Dersimê Songul Erden Şahîn got bi hinceta operasyonan daristanan dişewitînin û ev şewata daristanan li Dersimê ji xwe re kirine rêz û rêçik.

Şahîn got bi zanebûn operasyona îro li devera şewatê kirin û armanc jî astengkirina şandeyê ye.

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û aktîvîstên ekolojiye jî armanca şewata daristanan gotin û li ser rêbaza vemirandina şewatê bîr û û boçûnên xwe diyar kirin.

Şandeyê serdana esnafan jî kirin û şande wê biçe herêma ku şewat lê heye. Şande piştî ku ji herêma şewatê vegeriya, êvarî saet 19.00’an li Meydana Seyîd Riza wê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.

Di şandeyê de ev nav hene: Serokwekîlê Komê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu û parlamenter Mahmût Togrul, Erkan Baş, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemîr, Murat Çepnî, Mehmet Tiryakî, Dilşat Canbaz û Kemal Bulbul.