Biryarên konferansa HPC'ê pêk tên

Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî ya Kantona Kobanê konferansa xwe ya 1'emîn piştî 3 salan li dar xist û bi gelek biryar jê derketin.

Biryarên konferansa HPC'ê pêk tên
28 tebax, 2018   07:19

KOBANÊ

Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Kobanê detayên biryarên konferansa xwe ya 3'yemîn ji ajansa me re pave kirin. 

Zêdetirî 400 delege beşdarî konferansê bûn. Beşdaran tevî avakirina mecliseke têkildarî karên parastinê yên kantonê kar û barên rêxistinî û çawaniya şêwazên parastinê nîqaş kirin.

Ji biryarên ku hatine dayîn, derbaskirina hemû endaman di dewreyên leşkerî û waneyên têgeha parastina cewherî re. Ev biryar dê di mehên pêşde were pêkanîn. Her wiha ji biryaran jî vekirina akademiyên têkildarî fêrkirina bikaranîna çekan. Di biryara sêyem de jî pêwîstiya karkirina ciwanan di bin banê HPC’ê de di hemû çalakiyan de hat destnîşankirin.

Ji aliyê xwe ve rêveberiyê got yek ji biryaran ew e ku endamên Erka Xweparastinê dê piştî qedandina dema erkên xwe, yekser dibin endamên Hêzên Parastina Civakî.

Di konferansa ku di 19'ê Tabaxê de hatibû li dar xistin, meclisek bi giştî ji 35 endaman jê 11 endam jin û 11 endamên din ji Yekîtiya Ciwanên Rojava hate ava kirin. Ji bo xurtkirina şêwazên parastinê li kantonê, meclis bi hemû endamên hêzê di meclisên ku beriya 8 mehan hatine hilbjartin re dê di nav koordîneyê de be.  

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Parastina Civakî piştî komkujiya 25'ê Tebaxê, di 14'ê Tîrmeha 2015'an bi awayekî fermî hate ragihandin. Hemû endamên wê parastina bajêr kirin û tevlî gelek pêngavên leşkerî yên QSD'ê bûn. Her wiha gelek waneyên li ser têgeha parastina cewherî ji şêniyên gelek gund û bajarokên kantonê re dan.

(şx)

ANHA