William Robak: Hêzên Koalîsyonê dê li rojhilatê Firatê be ta tunekirina DAIŞ'ê

Şêwirmendê bingehîn ê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê li Sûriyeyê William Robak beriya çend kêliyan serdana xwe ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi dawî kir. Robak got, dê hêzên wan li Sûriyeyê bimîne ta tunekirina DAIŞ'ê.

William Robak: Hêzên Koalîsyonê dê li rojhilatê Firatê be ta tunekirina DAIŞ'ê
27 tebax, 2018   14:06

DÊRAZOR

William Robak bi hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê re civiya. Civîn 3 saetan berdewam kir.

Di dawiyê de William Robak got: "Dê Hêzên Koalîsyonê li rojhilatê Firatê bimîne ta têkbirina DAIŞ‘ê. "

Robak tekez kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, Amerîka dixwaze Îranê bi temamî ji Sûriyeyê derbixîne.

Robak di dawiya axaftina xwe de û piştî şopandina warê xedemî li herêmê spasiya endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir.

Hêjayî destnîşan kirinê ye ku di civînê de xebatên xizmetguzariyê yên ku Meclisa Sivîl a Dêrazorê pêşkeş kirine û pirsgirêkên ku rastî wan hatine, hatin nîqaş kirin.

(şx)

ANHA