Rêjîmê bajarokê El-Teh ê Idlibê topbaran kir

Hêzên rêjîmê derdora bajarokê El-Teh ê li başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kir. Di heman demê de balafirên keşfê li ezmanê parêzgeha Idlibê digerin.

Rêjîmê bajarokê El-Teh ê Idlibê topbaran kir
27 tebax, 2018   11:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rêjîmê derdora bajarokê El-Teh ku di bin serweriya komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de ye, ya li parêzgeha Idlibê topbaran kir. Balafirên keşfê yên rêjîmê li aliyekî din bê navber li ezmanê parêzgeha Idlibê difirin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku çeteyên Cebhet El-Nusra xendekan li derdora gundan dikolin da ku rê li pêşiya reva welatiyan bigirin û ji xwe re wek mertalên zindî li hemberî hêzên rêjîmê bi kar bînin.