Rûsya dizane ku pisporên biyanî li Idlibê hene

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro diyar kir ku  agahiyên navenda Lihevkirinê ya Rûsî pê heye ku pisporên biyanî li Idlibê hene da ku êrîşên "kîmyewî" pêk bînin.

Rûsya dizane ku pisporên biyanî li Idlibê hene
26 tebax, 2018   13:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konashnikov diyar kir ku amadekariyên derbeya bi çekên germî yên jehrî ku dê di nava rojên pêş de pêk werin li ser Kefer Zîta ya başûr Idlibê tê kirin û got, "Komên ji derve yên li bakurê Idlibê bi cih bûne dê tev li êrîşa kîmawî ye bibin."

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di berdewamiya axaftina xwe de got, "Piştî êrîşa kîmewî ya ku dê li Sûriyê pêk were dê hineke kes kumên spî li xwe bikin da ku dîmenan bikşînin li ser dezgehên erebî bi zimanê înglilîz belav bikin.

Konashnikov destnîşan kir ku gurûpek milîsên çekdar ji aliyê şirîketa "Olive Group" a Birîtanî ve hatin perwerdekirin pilanên "xilaskirina" qurbaniyên çekên kîmyewî li Idlibê dikin.

Konaşînkov diyar kir ku pisporên bi zimanê înglizî di axivin gihan gundê El-Hibêt ê başûrê herêma agirbestê li Idlibê da ku êrîşa kîmewî bi rêya gaza klor li Kefer Zîta ya ku 6 kîlo metran dûrî El-Hebît e pêk bînin.

Beriya niha Rûsya îdia kiribû ku Washington amadekariyên derbeyên hewayî li ser hêzên rêjîma Sûriyê dike.

Li gorî çavdêran; armanca Rûsyayê ji îdiayên ew e ku lihevkirinên xwe yên bi Tirkiyê re veşêre ku tê texmînkirin êrîşa ji aliyê rêjîma Sûriyê bi hevkariya Rûsyê û ç gurûpên çekdar ên bi rêjîmê re lihev kirine li ser Idilbê pêk were.

(bx)