Şervanê YPG‘ê Ûsama El-Şêx bi merasîmekê hate oxirkirin

Şêniyên herêma Kerama û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG‘ê Ûsama El-Şêx ê ku di 19‘ê vê mehê şehîd bibû li goristana şehîd Sêvdar oxir kirin.

Şervanê YPG‘ê Ûsama El-Şêx bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Ûsama El-Şêx bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Ûsama El-Şêx bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Ûsama El-Şêx bi merasîmekê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Ûsama El-Şêx bi merasîmekê hate oxirkirin
25 tebax, 2018   15:20

REQA

Bi sedan şêniyên herêma Kerama û gundewarên wê li deriyê ketinak herêmê kom bû, piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanek erebeyan ber bi goristana Şehîd Sêvdar a li gundê Cidêdat ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin û bi torana leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.

Bi navê Saziya Malatên Şehîdan a Kerama endamê saziyê Îbrahîm El-Misrî û bi navê QSD‘ê Luqman Xelîl sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina xeta wan dan.

Wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Ûsama El-Şêx di nava dirûşme û tilîliyên dayika hate veşartin.

ANHA