Hovîtiya dagirkeran, jinek bi ava asîdê êşkence kirin

Hovîtiya komên çete yên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Efrînê didomin. Hate ragihandin ku çeteyan li girtîgeha Mihetayê jinek ji gundê Meydana yê herêma Racoyê ku revandibûn, bi ava asîdê êşkence kirin.

Hovîtiya dagirkeran, jinek bi ava asîdê êşkence kirin
25 tebax, 2018   14:27

EFRÎN

Çavkaniyekî ji herêma Racoyê ji ajansa me re diyar kir ku artêşat Tirk a darigker û komên çete yên girêdayî wê ji gundê Meydana yê herêma Racoyê beriya du mehan jina bi navê Helîma Mûsa ya 42 salî û Gulê Nûrî bi hinceta ku têkiliyên wan bi rêveberiya xweser re hene revandin û birin girtîgeha Meheta ya li gundê Meydan Ekbisê.

Çavkaniyê destnîşan kir ku her du jin bi awayekî hovane hatin îşkencekirin û da zanîn ku Helîma Mûsa bi ava asîdê û gulê jî bi lêdanê hatin êşkencekirin.

Hêjaye gotin ku di girtîgeha Mehetayê de her cure êşkence tê meşandin. Li gorî hin agahiyan ku şahidan ji me re diyar kirine, hin kesên ji girtîgehê derketine ji ber êşkenceyê falc bûne.

(bb)

ANHA