ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-08-2018
25 tebax, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Şahidek ji gundê Berad ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk alavên pêşketî yên keşifkirina heyberên kanzayî ji çeteyên xwe re tînin û destnîşan kir ku çete dest bi kolandina gund kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ednan Cendo berê li qadên çalakiyan ên li Efrînê û niha jî li Şehbayê cihê xwe dadigire û coş dida her çalakiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zarokên Kampa El-Erîşe ji ber ku rêxistinên xêrxwaziyê alîkariya pêwîst ji wan re pêşkeş nakin, azar û zehmetiyan dikşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Yekitiya Ciwanên Rojava, civînên xwe yên der barê rola ciwanan di pêngava rizgarkirina Efrînê de didomînin. Di vê çarçoveyê de civînek li navçeya Til Rifetê tê li darxistin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

Buroya Jin a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê sererastkirina depoya frensî didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Zara Cemal Xilo ji destpêka salên notî ve û heta niha dîrok û zimanê Kurdî lêkolîn dike. ji beriya 21 salan ve, peyvên kurdî û wateyên wan ji kalûpîrên gundên herêma Cizîrê berhev kir. Xilo heta niha 9 hezar û 500 peyv berhev kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Di van demên dawî de diyardeya belavbûna ga û çelekên berdayî li sûka Dêrîkê zêde bûye, ev yek cihê aciziya welatiyan e. Li gel ku ev diyarde gemar û nexweşiyan çêdike dibin sedan qezeyên trafîkî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê ji ber xirabûna çerxeriya taxa Xeşman a ku dikeve rojhilatê bajarê Hesekê daxwaza sererastkirinê li Şaredariya Gel dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo jinûveavakirina bajarê Reqayê, pîşedarên Reqayê alavek nû afirandin. Bi riya vê alavê boriyên hesin ên kevn jinûve sererast dikin. Piştre di nav sûkê bi nirxên erzan difroşin. Bi vî awayî derfetên kar ji gelek şêniyên bajêr re peyda dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Cimaiyê ya bajarê Qamişlo li gel ev ewqas pêşveçûnên di warê alavên veguhestinê de, hentûr ji bo veguhestina madeyan bi kar tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Motor yek ji amûrên siwareyan e, lê ji bo hin kesan dibe cih aciziyê bi taybet dema ku zarok bêserûber di ajon. Ji aliyekî nerêxistinbûyîna motoran li hin sûkên bajaran herêma Cizîrê tevgera çûnûhatinê xirabtir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ebdo Mihemed ê ji Efrînê, pîşeya çêkirina zembîlan ji bapîrê xwe girtiye, niha li Şehbayê jî vê pêşeyê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA