Li Efrînê teqînek rû da: Kuştî û birîndar hene

Li kolana Raco "Kolana Şeriket El-Herem" a navenda bajarê Efrînê teqînek mezin rû da, di teqînê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene.

Li Efrînê teqînek rû da: Kuştî û birîndar hene
21 tebax, 2018   18:31

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane me, bombeyeke ku di hawiya çopê de li kolana Raco (Şirîketa El-Herem) hatibû bi cih kirin teqiya, di encamê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, her wiha birîndar jî hene, lê hejmara wan nehat naskirin

Erebeyên ambulansê birîndar rakirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cihê teqînê dorpêçkirin.

(bb)

ANHA