Ciwanên Rojava yên li Lubnanê dewleta Tirk şermezar dikin

Yekitiya Ciwanên Rojava li Lubananê  bi daxuyaniyekê dewleta Tirk şermezar kir, her wiha daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Ciwanên Rojava yên li Lubnanê dewleta Tirk şermezar dikin
20 tebax, 2018   17:30

BEYRÛT

Bi dehan endamên Yekitiya Ciwanên Rojava li Lubnanê ku wêneyên Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalê û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kiribûn li ber avahiya Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî kom bibûn û daxuyanî dan.

Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Dîlan Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin  gotoin,

"Em êrîşa dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê, hedefgirtina endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalê û bêdengiya Partiya Demokaratîk a Kurdistanê ya li hemberî van êrîşan şermezar dikin.

Her wiha wekî ciwanên Rojava yên li Lubnanê dibêjin ku van êrîşan û bêdengiyan bi tu awayî qebûl nakin.

Binpêkirinên ku dewleta Tirk derheqê gelê me de pêk tînin armanc jê şikandina vîna gelê me ye, em tekez dikin ku em ê xeta şehîdan bişopînin û destur nadin Tirkiyê ku îradeya gel me têk bibe. Tirkiyê bi riya van êrîşên xwe yên hovane, hewl dide tola çeteyên xwe yên li Şengalê û Rojava de têk çûne rake.

Her wiha em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û dibêjin bila Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî erka xwe pêk bîne û destwerdanê bike."

(bb)

ANHA