Dewleta Tirk şopên sûcên şer ên li Efrînê bi endamên ENKS`ê dide paqijkirin

Di serlêdana waliyê Hatayê Erdal Ata ya navçeya Raco ya Efrînê de ji bo paqijkirina sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker endamên ENKS’ê hatin erkdarkirin. 

Dewleta Tirk şopên sûcên şer ên li Efrînê bi endamên ENKS`ê dide paqijkirin
20 tebax, 2018   10:41

EFRÎN

Hate ragihandin ku beriya demekê waliyê Hatayê Erdal Ata û rayedarên AKP’ê çûbûn navçeya Raco ya Efrînê û hin serdan kirin. Li gorî agahiyan walî talîmata paqijkirina cihên ku ji aliyê balafirên şer, tank û topên çeteyan û leşkerên tirk ve hatine rûxandin, da. Ji bo pêkanîna talîmata walî endamên ENKS`ê hatin erkdarkirin.

Çavkaniyekî ji herêmê ragihand ku waliyê Hatayê di dema serdana xwe de ji bo rewşa çeteyan û hin talîmatan bide, li navçeya Raco civînek bi serçeteyan û rêveberên ENKS`ê re çêkir. Çavkanî diyar kir ku waliyê Hatayê Ata di civînê de talîmata paqijkirina bermahiyên şer daye.