Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li kantona Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalah bi meşekê hate şermezarkirin.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
18 tebax, 2018   18:43

ŞEHBA

Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Kongreya Star, TEV-DEM, Meclisaê Mablatên Şehîdan, MSD, Yektîtiya Êzidiyan, şaxên zeytûnan hilda bûn û pankartên "Xwîna şehîdan gelan nêzî hev dike, azadiya Rêber Ocalan mîsogeriya azadiya gelan û azadiya Ocalan mîsogeriya avakirina demokrasiyê ye" vekiribûn ji rawestgeha di navbera gundên Til Qerah û Til Sosîn de dest bi meşê kirin. Di wê navberê de dirûşmeyên azadiya Ocalan beriz dikirin.

Meş li qada Serdem veguherî mîtîngê. Rêveeberê TEV-DEM‘ê Hesen Koçer axivî û destnîşan kir ku gel îro ji bo azadiya Ocalan kom bûye, tevlêbûna mezin a ji bo meşê nîşaneya serkeftina projeya netewa demokratîk û biratiya gelan e.

Hesen Koçer her wiha anî ziman ku sedema tecrîda li ser Ocalan ew e ku Tirkiyê ji fikirê Ocalan ditirse.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvîn Silêman bi navê jinên Efrîn û Şehbayê soza şopandina xeta Ocalan û şehîdan da û destnîşan kir ku dê jin bersiva her êrîşan bide û civakeke azad û demokratîk ava bike.

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd jî got, "Komployên li djiî gelê azad û demokrasîxwaz ji Îmralî heya Efrîn û Şengalê encamên pilanên têkbirina îradeya gelê herêmê ye. Ev komplo îradeya me naşkîne em ê xeta demokrasiyê berdewam bikin."

Mîtîng bi dirûşmeyên azadiya Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

(bb)

ANHA