Li Minbicê ji bo 3 şehîdan merasîm hate lidarxistin

Bi tevlêbûna bi dehan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elî El-Elî hate li goristana Şehîdên Minbicê hate veşartin. Di merasîmê de 3 şehîdên din hatin bi bîranîn.

Li Minbicê ji bo 3 şehîdan merasîm hate lidarxistin
18 tebax, 2018   18:27

MINBIC

Bi dehan şêniyên herêma Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elî El-Elî ku bi gul û wêneyên wî hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîdên Minibê oxirkirin.

Her wiha merasîmeke xiyabî ji bo şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hisên El-Hentawî û Suhêl Etmûna, û şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Ehmed Berho yên ku di demên cuda de şehîd bûn, hate lidarxistin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparasetinê ve dest pê kir. endama Saziya Mablatên Şehîdan a Minbicê Kefa El-Elî, Serokê Navenda Karûbarên Olî Elî El-Cemîlî û Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Seyîd El-Qebê axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin ku Minbic bi xwîna şehîdan hat rizgarkirin.

Her wiha hate gotin ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê dê parastina Minbicê berdewam bike û banga xwedîlidarkerina şehîdan hate kirin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatima El-Dîba wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Girese cenazeyê şehîd Elî di nava dirûşme û tilîliyan veşartin.

ANHA