Li gundewarên Şamê şer didome

Li beyara gundewarên Şamê şer di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de didome. Her wiha tirsa li ser çarenûsa kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandin, zêde dibe. Li herêmên agirbesta Rûsya-Tirkiyeyê (Idlib, Hema, Laziqiye û Heleb) aramiyek heye.

Li gundewarên Şamê şer didome
17 tebax, 2018   09:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Li beyara gundewarên Şamê û li ser sînorê bi gundewarên Siwêdayê re di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de şerê dijwar didome, her wiha navendên çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê hêzên rêjîmê ve têne topbarankirin.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê şer li navend û derdora Tîlal El-Sefa didome. Li gorî agahiyan kuştiyên her du aliyan hene. Ji aliyekî din ve jî çarenûsa kesên ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ`ê de ku di 25`ê Tîrmeha derbasbûyê de li ser Siwêdayê hate kirin, hatin revandin ne diyar e.

Tirsa li ser jiyana kesên hatine revandin bi zêdekirina topbarana rêjîmê li ser baregehên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên Şamê zêde dibe. Çeteyên DAIŞ`ê beriya niha ciwanekî ji Dêrazorê ku hatibû revandin, îdam kirb û her wiha jinekê di rewşeke nediyar de jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve jî li herêmên agirbesta Rûsya-Tirkiyeyê (Idlib, Hema, Laziqiye û Heleb) ji şeva Pênşemê heta niha aramiyek heye. Îro di saetên sibê de çend top ji aliyê hêzên rêjîmê ve li ser herêmên gundê Merekbe yê aliyê gundewarên bakurê Hemayê de hatin avêtin.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di saetên derengiya şevê de bajarokê El-Letamne, Mork, derdora gundê Hesraya û Merekbe yê gundewarên bakurê El-Hemewî ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin topbarankirin. Bi vê yekê hêzên rêjîmê agirbesta li her çar parêzgehan binpê dike.

(bx/ew)