Hevkariya PDK û MÎT’ê didome: Ji bo qereqolan pere ji dewleta Tirk, avakirin ji PDK’ê

Ji ber ku leşkerên dewleta Tirk di dagirkirina başûrê Kurdistanê û avakirina baregehên leşkerî de rastî berxwedana gerîlayên PKK’ê tên, tu pêşketinê nikarin bi dest xwe bînin lê belê PDK bi xwe ji wan re qereqolan çêdike. Hemû mesrefên avakirina van qereqolan ji aliyê dewleta Tirk ve tê dayîn.

Hevkariya PDK û MÎT’ê didome: Ji bo qereqolan pere ji dewleta Tirk, avakirin ji PDK’ê
17 tebax, 2018   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ku berjewendiyên malbatî esas digire û li ser vê yekê jî hemû cure xiyanetê pêk tîne, dev ji xulamtiya dewleta Tirk bernade. Li gel ku li ser axa xwe tê mêtingehkirin, hê jî axa binê xwe dikole. Bi taybetî ku komkujiyên li ser Kurdan tên kirin, gel di zilm û îşkenceyan re derbas dibin jî, PDK’ê bêdengiya xwe parastiye.

Malbata Barzanî ku di hemû damarên wê de xiyanet dizivire, hê jî dev ji alîgiriya dewleta Tirk a ku xwîna kurdan vedixwe û faşîzmê bi pêş dixe, bernade. Axa Kurdistanê jî pêşkêşî faşîzmê dike. Mînaka vê ya herî berbiçav, bi salan e di axa başûrê Kurdistanê de avakirina baregehên MÎT’ê ye. Ev baregehên ku ji aliyê artêşa Tirk û MÎT’ê ve hatine avakirin, di çarçoveya qirkirina kurdan de hatiye plankirin û bi destê PDK’ê xistine meriyetê. 

Li derdora Qadên Parastina Medyayê PDK ji bo artêşa Tirk qereqolan çêdike

Ji ber leşkerên dewleta tirk a di dagirkirina başûrê Kurdistanê û ligel avakirina baregehên leşkerî rastî berxwedana gerîlayên PKK’ê tên û ji ber di vê mijarî tu pêşketin nikarin bikin PDK bixwe ji wan re qereqolan çêdikin. Hemû mesrûfên van avakirina qereqolan û hwd, ji aliyê dewleta tirk ve tê dayîn.  Li ser projeya ku ji aliyê MÎT’ê ve tê xwestin qereqol tên çêkirin û ji bo van qereqolan jî ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve rê tên çêkirin û dixin ber xizmeta leşkerên tirk. 

Di qereqolên tên avakirin de yekîneyên girêdayî MÎT’ê PDK’ê jî di bin kontrola xwe de dihêlin û xebatên îstixbaratê dikin. Mînak; li navçeya Çomanê li seranserê herêma Hasan Bey, li rojhilatê vê herêmê Balakayatiye, rojavayê wê Biradost û qadên girêdayî van herêman “Serî Berdî-Zine Bêş” du qereqolên girêdayî hêzên Zerevanî yên PDK’ê hene. Tîmên MÎT’ê yên ku di van her du qereqolan de hatine peywirdarkirin, di van qadan de dewriyeyê digerînin û der heqê PKK’ê de xebatên agahîgirtinê dikin. Bi şev di rêya Sîdeka û Diyana Kevnar re diçin van qereqolan. 

PDK tu caran li gorî vîna gelê Kurdistanê tev negeriye. Berovajî wê li ser navê berjewendiyên malbatê gelê xwe jî firotiye. Têketina dewleta tirk a axa başûrê Kurdistanê tê wateya ku vîna gelekî tune tê hesibandin û dixe bin dagirkeriyê. Heta hêzên herêmî destûrê nedin wan, nikarin vê yekê bikin.

MÎT, îro li bajar û navçeyên wekî Dihok, Zaxo, Hewlêr û Selahedînê yên di bin kontrola PDK’ê de bi kar tîne û xebatên xwe dimeşîne. Li derdora Qadên Parastina Medyayê jî ji aliyê PDK’ê ve qereqol tên avakirin û ev qereqol ji aliyê hêzên leşkerî yên dewleta Tirk û MÎT’ê ve ji bo fealiyetên keşif û îstixbaratê tên bikaranîn. Rolek dane PDK’ê; ew jî çi dibe bila bibe pirsgirêka Kurd dê bê çareserî bê hiştin û rewşa mêtingeriya Kurdistanê her tim zindî bigirin. Xebatên ku vîna hevpar a gelan û azadîxwaz ên demokratîk bi destê PDK’ê bên astengkirin. 

Têkiliyên Tirkiye-PDK’ê li cem îstixbarata tirk ji Zaxoyê dest pê dikin, li her dera başûrê Kurdistanê xwe bi rêxistin dike. Di bin navê ewlekariya sînor de dixwazin PKK’ê tasfiye bikin û gelê Başûr di bin dagirkeriyê de bihêlin. PDK ku partiyeke kurdî ye, li gel ku haya wê ji vê yekê heye jî, ji bo vê rewşê pêşdetir bibe hemû cure tawîzan dide. Axa gelê Kurd ji dagirkirina dewleta Tirk re vedike.