'Bêdengiya Bexda û herêma Kurdistanê xiyaneteke dîrokî ye'

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan Umer Salih diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, peyam in û naveroka wan jî ev e: "Em nahêlin gelê Êzidî azadî û mafên xwe bi dest bixe û xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe."

'Bêdengiya Bexda û herêma Kurdistanê xiyaneteke dîrokî ye'
17 tebax, 2018   07:14

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker bi êrîşeke hewayî karwanê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku ji merasîma salvegera 4'emîn a Komkujiya Gundê Koço vedigerî, hedef girt. Şengalî di encamê de şehîd bû.

Girêdayî êrîşê serokê Partiya Azadî û Damokrasiyê ya Êzidiyan Umer Salih ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku ji bo ku gelê Êzidî negihîje azadî û mafên xwe dewleta Tirk hemû rê û rêbazan bir kar tîne.

Umer diyar kir ku êrîşa ku di salvegera komkujiya DAIŞ'ê ya li ser şêniyên gundê Koço pêk hat de, ne ji valahiyê hatiye, lê belê ew peyama dewleta Tirk ji gel Şengalê re ye ku dê Tirkiye li dijî vîna gelê Şengalê û li hemberî bidestxistina mafê azadiya wan bisekine.

Umer Salih di axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîşa li ser Şengalê di encama lihevkirina hikumeta Bexda û AKP'ê de ye ku piştî hevdîtinên di navbera her du aliyan de û her wiha piştî têkçûna DAIŞ'ê ji bo şikandina vîna gelê Êzidî û tunekirina hebûna wî pêk hat. Umer got ev peyman li dijî gelê Iraqê ye.

Her wiha serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan Umer Salih destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser Şengalê bi armanca têkbirina projeya azadî û bidestxistina gelê Êzidî mafên xwe armanc dike. Umer di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk li dijî lidarxistina kongreya Kurdistanê ya niştîmanî disekine, lê mixabin Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) destê xwe dike destê dewletê Tirk. Êrîşên li ser Şengalê berpirsyariya vê partiyê ne ku xwe partiyeke Kurdî dihesbîne. Lê projeyên wan li dijî hêviyên gelê Kurd in.”

Di dawiyê de Umer diyar kir ku bêdengiya hikumeta Başûr tê wateya ku ew Şengalê difiroşe û beşdarî êrîşan dibin.

(şx/ew)

ANHA