Ermenên ortodoks: Alozî bi diyaloga Sûrî - Sûrî çareser dibe

Meclisa Milî ya Ermenên Ortodoks diyar kir ku hevdîtinên di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk û rêjîma Sûriyeyê de gaveke baş û erênî ye. Meclisê destnîşan kir ku bêyî diyaloga Sûrî - Sûrî û dûrî destwerdanên hêzên derve aloziya Sûriyeyê çareser nabe.

Ermenên ortodoks: Alozî bi diyaloga Sûrî - Sûrî çareser dibe
Ermenên ortodoks: Alozî bi diyaloga Sûrî - Sûrî çareser dibe
Ermenên ortodoks: Alozî bi diyaloga Sûrî - Sûrî çareser dibe
Ermenên ortodoks: Alozî bi diyaloga Sûrî - Sûrî çareser dibe
16 tebax, 2018   11:46

QAMIŞLO

Bi armanca gotûbêjkirin û nirxandina rewşa dawîn a Sûriyeyê û bi taybet Bakurê Sûriyeyê, şandeyeke Meclisa Milî ya Ermenên Ortodoks îro serdana navenda Desteya Karûbarên Derve ya Herêma Cizîrê kir.

Şande ji serokê meclisê Întranîk Serkîs, endamên meclisê Xokas Xokasyan, Sîrop Bako Ezîz û çalakvanên siyasî yên Ermenî Hano Maskoviyan pêk dihat. Şande ji aliyê hevserokê Desteya Karên Derve ya herêma Cizîrê Ebdilkerîm Umer û endamên desteyê ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan civînek li dar xist û tê de geşedanên dawîn ên Sûriyeyê û tişta ku di vê aloziyê de ji gelê Sûriyeyê tê xwestin gotûbêj kirin da ku Sûriyeyeke nû ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê ava bikin û rê li pêşiya hewldanên fitneya di navbera pêkhateyan de bigirin.

Di nîqaşan de bal kişandin ser jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêmê de û diyar kirin ku girêdanên dîrokî di navbera hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê de hene û divê ev girêdan bêne xurtkirin. Her du aliyan destnîşan kir ku bi saya hevgirtina pêkhate û gelên Bakurê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ku xwe dispêrin fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, komployên hin aliyên derve dane meşandin, hatin têkşikandin.

Her du aliyan piştrast kir ku bi saya fedekariya şervanên Yekîneyên Parastina Gel/Jin û Hêzên Sûriya Demokratîk şerê navxweyî ji herêmê hate dûrxistin. Nemaze piştî ku hin dewletan di serî de dewleta Tirkiyeyê alîkariya rêxistinên terorîst kir û derbasî Sûriyeyê û bi taybet herêmên Bakurê Sûriyeyê kirin. Bakurê Sûriyeyê ji fikra wan a radîkal re veguherî gorekê.

Der barê hevdîtinên di navbera MSD'ê û rêjîma Sûriyeyê de Meclisa Milî ya Ermenên Ortodoks wek gaveke baş û erênî bi nav kir û piştrast kirk u bêyî diyaloga Sûrî - Sûrî dûrî destwerdanên derve aloziya Sûriyeyê çareser nabe.

ANHA