Rûsya, Tirkiye û Îranê dê di destpêka Îlûnê de lihev bicivin

Rûsya ragihand ku ew ji bo lidarxistina civînekê di navbera serokên Îran û Tirkiye û Rûsyayê de di destpêka meha Îlûna bê de tevdigere.

Rûsya, Tirkiye û Îranê dê di destpêka Îlûnê de lihev bicivin
16 tebax, 2018   11:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê rojnamevanê serokê Rûsya Dîmetrî Pîskov ragihand ku ji bo lidarxistina civîneke sê alî di navbera serokên Îran, Tirkiye û Rûsyayê de di destpêka Îlûna bê de xebat tên meşandin.

Pîskov ji rojnameyan re bersiva pirsa niyeta serokê Rûsiya ya serdana Tirkiyeyê da û wiha got: "Niha xebat ji bo lidarxistina hevdîtineke sêalî di navbera hersê serokan de di 10 rojên destpêka meha Îlûna bê de tên meşandin û derbarê vê mijarê de hin têbînî hene dema ku lihevkirinek pêk were dê bête ragihandin."

Tirkiyeyê di meha borî de ragihand ku civîneke çaralî di navbera rayedarên Tirkiye, Rûsya, Almaniya û Fransayê dê di 7'ê Îlûna bê de li Stanbolê were lidarxistin û dê dosya Sûriyeyê û hin doszên din ên herêmî gotûbêj bikin.

Rûsya, Tirkiye û Îranê piştî lidarxistina civînên Astana di destpêka sala 2017'an de lihevkirinek derbarê aloziya Sûriyeyê de pêk anîn û li gorî wê hevpeymana herêmên kêmpevçûn îmze kirin û di encamê de serweriya qaşo opozîsyona Sûriyeyê bi dawî kir û serweriya rêjîma Sûriyeyê li gelek herêmên Sûriyeyê vegerand.