Li Kobanê 15‘ê Tebaxê hate pîrozkirin

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê salvegera 34‘an a Pêngava 15‘ê Tebaxê pîroz kirin.

Li Kobanê 15‘ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Kobanê 15‘ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Kobanê 15‘ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Kobanê 15‘ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Kobanê 15‘ê Tebaxê hate pîrozkirin
15 tebax, 2018   19:39

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê vê êvarê li qada Şehîd Egît a bajarê Kobanê şahiya pîrozbahiya salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê li dar xistin.

Qada şahiyê ji vê sibehê ve hatibû amadekirin û bi wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ‘ê û pankartên "Bi rihê 15‘ê Tebaxê em Rêberê Apo û kantona Efrînê rizgar bikin" hatibûn xemilandin.

Şahî bi stranên koma Şehîd Şîlan a girêdayê Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dest pê kir. piştre jî Rêveberê TEV-DEM‘ê Adil Hac Mihemed axivî û destnîşan kir ku Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê baş dizanî ku mêtîngerên Kurdistanê gelê Kurd armanc dike, ji lewara pêngava şerê leşkerî da destpêkirin da ku gelê ji komkujiyan biparêze, Pêngava 15‘ê Tebaxê jî derbereyek mezin li hemberî pergalên desthildar bû.

Komên Kevana Zêrîn û Laleş ên girêdayî navenda Baqî Xido ya Çand û Huernê stran pêşkêş kir û beşdaran jî gel stranan govend gerandin.

Di şahiyê de, helbestvanê Kurd Ferhadê Merdê û Mehmûd jî helbestên xwe xwendin.

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Kobanê Letîfa Mihemed axivî û anî ziman ku 15‘ê Tebaxê ji bo jin gaveke girîng bû ku ew koletiya bi hezaran salan rizgar kir û ew beşdarî her qadên jiyanê kir.

ANHA