Meclisa Leşkerî ya Minbicê soza parastina Minbicê nû kir

Cîgirê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî tekez kir ku di pêngava rizgarkirina Minbicê û hermên din ji çeteyên DAIŞ‘ê wan şehîd dan û soz da ku ji bo parastina Minbicê ew ê bibin mertal.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê soza parastina Minbicê nû kir
15 tebax, 2018   17:16

MINBIC

Çalakiyên pîrozbahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê li qada dibistana El-Xesaniya bi beşdarbûna bi hezaran kesî, her wiha şande ji herêmên din ên Sûriyeyê didome.

Di pîrozbahiyê de, bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Cîgirê Fermandariya Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî axivî.

El-Benawî bi xêrhatine beşdaran kir, "Du sal li ser rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê re derbas bû. Çeteyan ev der kiribûn girtîgheke tarî, kiribûn navenda terorê, li vî warê pilanên êrîşên xwe yên li welat û dewletên din dikirin."

El-Benawî bi bîr xist ku li ser daxwaza şêniyên Minbicê wan Meclisa Leşkerî ya Minbicê ava kir da ku wan ji hovîtiya  çeteyan xelas bike.

Îbrahîm El-Benawî, her wiha diyar kir ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de û herêmên din ên Sûriyeyê wan gelek şehîd mîna "Ebû Leyla, Ebû Emced û gelek ciwanên welatparêz" dane.

El-Benawî, di dawiya axaftina xwe de spasiya hêzên ku beşdarî rizgarkirina Minbicê bûne û wiha anî ziman, "Herî dawî, em soza xwe ya ku me bi gelê Minbicê re daye careke din nû dikin û em xwediyê soza xwe ne ku emê ji bo parastina we xwe bikin mertal û layiqê şehîdan û gelê xwe bibin."

Şahî bi çalakiyên hunerî berdewam e.

(bb)

ANHA