Li Hema, Idlib, Laziqiye û Helebê bêdengî heye

Li parêzgehên Hema, Idlib, Laziqiye û Helebê piştî ku agahî li ser lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê li ser agirbesta li wan herêman, bêdengiyek heye. Her wiha rêjîma Sûriyeyê alîkariyên leşkerî ber bi gundewarên bakurê Hemayê ve dişîne. Li herêmên di navbera beyara gundewarên Şamê li ser sînorê rêveberiya gundewarên Siwêdayê şer di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de didome.

Li Hema, Idlib, Laziqiye û Helebê bêdengî heye
15 tebax, 2018   09:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li parêzgehên Hema, Idlib, Laziqiye û Helebê ji şeva Sêşemê ve piştî agahiyên li ser lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê ku li wan herêman bi şertê ku ji aliyê komên çekdar û hêzên rêjîmê ve û alîgirên wê were pêkanîn şer li wan herêman were rawestandin, aramiyek heye.

Ev yek piştî ku hêzên rêjîmê dibistana El-Mûcenzerat a gundewarên bakurê rojhilatê Hemayê û herêma Ebû Umer a aliyê başûrê rojhilatê gundewarên Idlibê kirin hedef, hat.

Agirbesta piştî derbeyên bejahî û hewayî yên balafirên şer, helîkopter, hêzên rêjîmê û alîgirên wê li ser herêmên gundewarên bakurê Hemayê, gundewarên Idlibê, gundewarên rojavayê Helebê, hat. Di enacma wan derbeyan de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn her wiha zerarên mezin di mal û milkên welatiyan û binesaziyê de çêbûn.

Her wiha navenda mafên mirovan destnîşan kir ku alav û erebeyên leşkerî yên hêzên rêjîmê û endamên wê ber bi gundewarên bakurê Hemayê ve çûn. Her wiha hêzên rêjîma Sûriyeyê careke din aliyê bakurê gundewarên Hemayê topbaran kir. Topbaran li ser bajarokê El-Letamne û derdora wê pêk hat.

Di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn bêyî ku agahî li ser ziyanên mirovî werin bidestxistin. Bi vê yekê hejmara top û moşekên rêjîmê li ser herêmên aliyê bakurê gundewarên Hemayê û aliyê bakurê rojava û bakurê rojhilat di nava 38 rojên dawîn de bûn 2 hezar û 100.

Ji aliyekî din ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê tekez kir ku şer di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de li derdora beyara gundewarên Şamê û li ser sînorê rêveberiya gundewarên Siwêdayê didome. Her wiha di navbera her du aliyan de li derdora herêma Tilûl El-Sefa şer didome. Bi vê yekê hêzên rêjîmê hewl didin pêşketinan li ser hesabê çeteyên DAIŞ`ê yên ku hewl didin serweriya xwe li herêmê berfireh bikin û rêjîmê neçarî agirbestî bikin, bi dest bixin.

(bx/ew)