Ciwanên Rojava yên Lubnanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Yekîtiya Ciwanên Rojava li Lubnanê bi daxuyaniyekî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, di heman demê de salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê bi bîr anîn û soza mezinkirina têkoşîna ta azadiya Ocalan da.

Ciwanên Rojava yên Lubnanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
14 tebax, 2018   20:25

BEYRÛT

Bi dehan endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava li gel bilindkirina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Ciwanên Rojava daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Lubnanê Elî Qamişlo ve hate xwendin.

Elî Qamişlo, tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir ku û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi riya vê tecrîdê dixwaze gelê Kurd neçar bike ku ji doz û rêveberê ve berde û wiha got, "Em ji dewleta Tirk a faşîst re dibêjin ku hûnê bi ser nekevin ji ber ku em xeta rêber û şehîdên xwe dişopînin û em li hemberî we bisekinin ta rêberê xwe rizgar bikin. Yê ku em anîne vê astê rêberê me ye û yên ku çirûka şoreşa li Rojhilata Navîn pêxist Ocalan."

Qamişlo, her wiha anî ziman ku şoreşa Kurdistanê li Rojhilata Navîn nasnameya ciwanên azad e û wiha domand, "Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe cîhan ber bi azadî û aşîtiyê birin. Hemû siyaetên qirêj ku hikûmeta Erdogan li ser Ocalan di girtîgeha Îmralî de feriz kiriye, armanc jê têkbirna aşîtî û demokrasiyê ye. Em tekez dikin ku dawiya dijminên Kurdan û mirovahiyê nêzîk bûye."

Di dawiya daxuyaniyê de 34‘emîn salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê hate silavkirin û soza mezkirina têkoşîna azadiya Ocalan hate dayîn. Her wiha bagn li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî hate kirin ku destwerdanê bike û tecrîda li ser Ocalan rake û rewşa ya tenduristî aşkere bike.

(bb)

ANHA