Li Reqayê bikaranîna motorsêklêtan di saetên şevê de hate qedexekirin

Komîteya Hindirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê bi biryarnameyekê bikaranîna motorsêklêtan ji saet 20:00 heta 05:00 qedexe kir.

Li Reqayê bikaranîna motorsêklêtan di saetên şevê de hate qedexekirin
12 tebax, 2018   18:56

REQA

Di biryarnameyê de wiha tê gotin, " Ji bo parastina ewlekariya herêmê û piştî nîqaşên bi Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê û rûspiyan re me ev biryar derxistin:

Bikaranîna motorsêklêtan ji saet 20:00 heya 05:00‘an qedexe te.

Ev biryar ji roja yekşemê 12/08/2018‘an dikeve meryetê.

Kesên li gorî vê biryarê tevnegerên dê li gorî qanûnan hesab ji wan were xwestin."

ANHA