Li Şehbayê dewreyeke perwerdeya wêne û dîmenan hate vekirin

Desteya Çand û Hunerê ya Kampa Serdem dest bi dewreyeke perwerdeya kêşana wêne û dîmenan bi navê "Şehîd Rohînda" kir.

Li Şehbayê dewreyeke perwerdeya wêne û dîmenan hate vekirin
Li Şehbayê dewreyeke perwerdeya wêne û dîmenan hate vekirin
Li Şehbayê dewreyeke perwerdeya wêne û dîmenan hate vekirin
Li Şehbayê dewreyeke perwerdeya wêne û dîmenan hate vekirin
Li Şehbayê dewreyeke perwerdeya wêne û dîmenan hate vekirin
12 tebax, 2018   12:06

ŞEHBA

Piştî êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê şêniyên Efrînê neçar man ku dev ji warên xwe berdin û xwe li herêma Şehbayê bi cih bikin. Hemû sazî û desteyan ji nû ve dest bi birêxistinkirina xwe di nava gund û kampan de kir. Ji wan rêxistinan Desteya Çand û Hunerê ku çanda gelan, girêdanên wan bi çanda wan û asta kûrahiya wan di nava dîrokê de ji çanda wan re diyar dike.

Îro li Kampa Serdem Desteya Çand û Hunerê ji 25 endaman re dewreya perwerdeyê ji bo kişandina wêne û dîmenan da destpêkirin.

Hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeuyê Hediya Yûsif beşdarî roja destpêkê ji perwerdeyê bû. Merasîma vekirina dewreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hediya Yûsif axivî û vekirina dewreya bi navê pekrewan Rohînda ku îmzeya xwe li Berxwedana Serdemê da û bi kameraya xwe rastî, êş û zehmetiyên gelê Efrînê û hovîtiya dagirkeran kişandin, pîroz kir.

Hediya Yûsif di berdewama axaftina xwe de got hemû êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê bi armanca dagirkerina erdnîgariya Efrînê, qirkirina çanda bav û kalan û şikênandina îradeya gelan e. Hediya destnîşan kir ku gelê wan tu carî bê îrade namîne û tu carî derfet nade ku armancên dagirkeran pêk werin. Hediya Yûsif di dawiyê de destnîşan kir ku her civakek çandeke xwe heye, çand eynika her civakê ye û civak pê tê pênasekirin û li ser vê esasê gel bi çanda û fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ne.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Beşa Sînemayê ya girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Bêrîvan Dodag ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Bêrîvan destnîşan kir ku wan dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Rohînda ji 25 endaman re li Kampa Serdemê vekirin. Bêrîvan diyar kir di dewreyê de dersên li ser wêne, dîmen û tiştên sereke di sînemayê de, her wiha dîroka wê û dersên bîrdozî dê werin dayîn.

Bêrîvan di berdewama axaftina xwe de got dê dewre mehekê berdewam bike, di hefteyekê de dê 3 ders werin dayîn, her dersek dê 5 saetan dirêj bike. Ders dê di çadira şanoyê ya Kampa Serdemê de werin dayîn.

Bêrîvan di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku armanca wan ji dewreyê ku ji hemû cîhanê re tekez bikin ew li ku derê bin bi çanda xwe ve girêdayî ne û tevî hemû rewşên zehmet ew dikarin sînemaya ava bikin da çanda xwe ji hemû dunyayê re bidin naskirin.

(bx)

ANHA