Şaredariya Gel a Mergeda hate vekirin

Şaredariya Gel a bajaroka Mergeda ya navçeya Şedadê bi merasîmekê hate vekirin.

Şaredariya Gel a Mergeda hate vekirin
Şaredariya Gel a Mergeda hate vekirin
Şaredariya Gel a Mergeda hate vekirin
Şaredariya Gel a Mergeda hate vekirin
11 tebax, 2018   16:53

HESEKÊ

Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê bi merasîmekê Şaredariya Gel a Mergeda ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê vekir.

Di merasîmê de, endamên saziyên sivîl ên Şedadê, bajarê Hesekê û bi dehan şêniyên Mergeda amade bûn.

Di merasîmê de, bi navê Meclisa Kantona Hesekê Hûsam El-Elî vekirina şaredariyê pîroz kir û anî ziman ku kadroyên şaredariyê dê berpirsyariya pêşxistina bajarokê û pêşkêşkirina xizmetguzariyê rakirin.

Şaredarî ji aliyê dayika şehîd Ehmed El-Zabit ve ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû vekirin.

ANHA