Nasnameya Fermandarekî YPG`ê hate eşkerkirin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê nasnameya Fermandarê YPG`ê Nîmet Amed eşker kir.

Nasnameya Fermandarekî YPG`ê hate eşkerkirin
Nasnameya Fermandarekî YPG`ê hate eşkerkirin
11 tebax, 2018   12:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPG`ê nasnameya Fermandarê YPG`ê Nîmet Amed bi daxuyaniyekê ji bo raya giştî eşker kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Li Kurdistanê hêzên ku dixwazin her cûre qirkirinê liser gelê me bidin meşandin li hember vê yekê berxwedana dîrokî tê meşandin. Şerên ku tên meşandin lêgerîna azadiyê ya gelan û li hember dagirkeriyê tê wayeta serî hildanê. Tekoşîna ku li Rojava tê meşandin li hember her cûre dagirkerî û li hember tûnekirinê şerekî mezin tê pêşxistin. Ev şerê bi heybet li her parçeyê Kurdistanê de, di her qadê tekoşînê de bi tevlîbûna hezaran ciwanên Kurdistanê ku rih û mejiyê xwe ve xwe fedayê gelê xwe kirine ve tê meşandin. Bi sedan hevalê me ku xwedî berpirsyartî û fikrê enternasyonel ji netewên cûda bi rihê seferbertiyê ve tevlî vê şerê berxwedanê bûne.

Rêheval Nîmet Amed ku bi vê rihê ve di pêvajoya seferbertiyê tevlî tekoşîna şoreşa Rojava bûye di pêngava rizgarkirina bajarê Reqa ku wek paytexta DAİŞ’ê bû, di 5’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ve bi pêngavek bi navê Xezeba Firatê hatibû destpêkirin wek fermandarê pêşeng a vê şerê rizgarkirinê de cîhê xwe girt. DAİŞ’a ku bi her awayî derveyê mirovahî êrîş dikirin li hember vê berxwedan û çalakiyên herî bi bandor jî yek ji wan fermandarê me, Fermandarê Sahayê rêheval Nîmet bû.  

Rêheval Nîmet fermandarek me di meşa serkeftî a li Kobanê, Minbic û Reqa de li hember çeteyên DAİŞ’ê bi serkeftinên tije, dewlemendiya teqtîkê bi westatî pêş xistiye ye. Ji bo wê çeteyên DAİŞ’ê bi hemû êrîşên xwe ve encamek dixwest negirtiye. Yê ku vê encamê ava kiriye, bi fikir û çalakiyên xwe yên hevgirtî ve rêheval Nîmet bûye. Rêheval Nîmet li derdora Babê jî li hember şerê êrîşa artêşa Tirk a dagirker de jî cîhê xwe bi awayek çalak girtiye. Rêheval Nîmet bi kesayetiyek şerker û fermandarî de di şeran de cîhê xwe girtiye, di 25’ê Nisana 2017’an de şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de bi awayek qehremanî şer kiribû û gihiştibû şehadetê.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Nîmet Amed

Nav û paşnav: Adem Barut

Navê dayikê: Elhe

Navê bav: Nîmet

Cîh û Dîroka Şehadetê: Reqa / 25’ê Nisanê 2017’an