Xebatên paqijkirina 'Sûrê El-Reşîd' li ber dawîbûnê ye

Di bin durişmeya "Reqaya me xweşktir e" de rêxistina "Şebab Oksecîn" a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Şaredariya Gel ji bo paqijkirina "Sûrê El-Reşîd" a dîrokî ya bajarê Reqayê di nava xebatan de ne.

Xebatên paqijkirina 'Sûrê El-Reşîd' li ber dawîbûnê ye
Xebatên paqijkirina 'Sûrê El-Reşîd' li ber dawîbûnê ye
Xebatên paqijkirina 'Sûrê El-Reşîd' li ber dawîbûnê ye
Xebatên paqijkirina 'Sûrê El-Reşîd' li ber dawîbûnê ye
11 tebax, 2018   11:52

FECIR EL-XALID / REQA

Rêxistina "Şebab Oksecîn" a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Şaredariya Gel hewl dide derdora "Sûrê El-Reşîd" a dîrokî ya bajarê Reqayê û deriyê Bexdayê bi dirêjahiya 5 km paqij bike, nemaze piştî ku di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de rastî xirabkirinê hatibû.

Tîmên xebatkaran û karkerên paqijkirinê  axa ku li derdora Sûrê El-Reşîd hatiye komkirin radikin.

Girêdayî mijarê Endamê rêxistina Şebab Oksecîn Ebdilhemîd El-Ehmed wiha got: "Niha em derdora Sûrê El-Reşîdê ya dîrokî paqij dikin û hovîtiya ku çeteyên DAIŞ'ê di serdema dagirkeriya xwe de kirine û mayînên çandine em rastî hin astengiyan tên. Xebatên me yên paqijkirinê dê di van çend rojan de bi dawî bibin."

Sûrê El-Reşîd yek ji deverên dîrokî yên kevnar ên bajarê Reqayê ye û di serdema Ebasiyan de hatiye avakirin û dîrok û şaristaniya herêmê vedibêje.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, meclîsên bajêr ên girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bê navber di nava xebatan de ne da ku bajarê Reqayê ji nû ve vejînin û bixemilînin.

ANHA