Hêzên rêjîmê bi dijwarî Idlib bombebaran dike

Balafirên şer ên hêzên rêjîma Sûriyeyê gelek deverên parêzgeha Idlibê yên di bin serweriya komên çete de bombebaran dikin.

Hêzên rêjîmê bi dijwarî Idlib bombebaran dike
10 tebax, 2018   14:52

ŞEHBA

Balafirên şer ên rêjîma Sûriyeyê ji saetên sibehê ve parêzgeha Idlibê ya dikeve Bakur-Rojavayê Sûriyeyê deverên ku di bin serweriya hêzên rêjîmê de bombebaran dike.

Balafirên şer ên rêjîmê bajaroka Temaninia, Sikêk û derdora  gundê Bedamayê bombebaran dike.

Hin çarvdêr dibînin ku dijwariya êrîşên rêjîmê yên li ser Idlbiê sînyalên destpêkê yên operasyona  leşkerî dide.

Hêzên rêjîmê, îro gund û herêmên bakurê parêzgeha Hemayê wekî Kefer Nebûda û gundê Til Sexir ên di bin serweriya komên çekdar de topbaran kirin.

ANHA