Akademiya Şehîd Şîlan dewreya yekemîn bi dawî kir

Li Akademiya Şehîd Şîlan a girêdayî Rêxistina Kongreya Star a bajarê Kobanê dewreya yekemîn a bi navê "Şehîdên Komkujiya 25‘ê Hezîranê" ku 27 jin tev li bibûn bi dawî bû.

Akademiya Şehîd Şîlan dewreya yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Şîlan dewreya yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Şîlan dewreya yekemîn bi dawî kir
Akademiya Şehîd Şîlan dewreya yekemîn bi dawî kir
8 tebax, 2018   15:13

KOBANÊ

Akademiya Şehîd Şîlan a girêdayî Rêxistina Kongreya Star a bajarê Kobanê pêş 45 rojan û bi tevlêbûna 27 jinan dewreyeke perwerdeyê bi navê "Şehîdên Komkujiya 25‘ê Hezîranê " dabû destpêkirin.

Di dewreyên de dersên îdeolojî hatin dîtin.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmek li avahiyê akademiyê hate lidarxistin.

Di merasîmê de şandeyeke ji Îspaniya û rêveberên Kongreya Star amade bûn.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa TEV-DEM‘ê ya kantona Kobanê Eyşe Efendî axivî. Eyşe Efendî bidawîbûna dewreyê pîroz kir û hêvî ji kesên tevlî perwerdeyê bibûn kir ku xebata xwe li gorî felefeya Netewa Demokratîk a ku Ocalan pêşniyar kiriye bi rêk û pêk werînin û got, "Felsefeya Rêber Apo jiyaneke azad e."

Eyşe Efendî her wiha got," Bi hezaran mêvan tên Kobanê û karê me dişopînin, bi taybet jî kar û xebata jin, rexmî ku derferên me kêm jî lê me dikarî heya niha gavên ber bi çav bavêjin."

Ji kesên tev li dewreya perwerdeyê bûn, Ahîn Marûf e. Ahîn diyar kir ku ew poşman nebû ku tev li perwerdeyê bû û kêfweşiya xwe anî ziman û wiha anî ziman, "Me sûd ji vê perwerdeyê girt, perwerwerde ji bo me wekî jin pir girîng e, herî zêde me dîroka jin, rastiya rêbert nas kir."

Ahîn Marûf bang li jinan kir ku beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

(sn şm)

ANHA