Pêvedana mêşan dikin derman

Hamza Seyît û Enes El-Erebî li Qamişloyê mêşên hingiv xwedî dikin û her wiha bi saya mêşan hewl didin gelek nexweşiyan derman bikin. Bi rêbazên gelêrî yên qedîm, mêşan ji bo dermankirinê bi kar tînin û ji bo dermankirinê jî mêş bi kesên nexweş ve didin.

Pêvedana mêşan dikin derman
Pêvedana mêşan dikin derman
Pêvedana mêşan dikin derman
Pêvedana mêşan dikin derman
Pêvedana mêşan dikin derman
Pêvedana mêşan dikin derman
Pêvedana mêşan dikin derman
8 tebax, 2018   06:13

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Mêşên hingiv girîngiyeke xwe ya pir mezin ji bo parastina xwezaye hene. Ji ber ku ew dibin sedema serkeftina çandiniyê. Heke mêşên hingiv tune bin, dê metirsiyeke mezin li ser xwezayê çêbe û bandoreke neyînî jî derkeve holê. Hingivê mêşan ji bo gelek nexweşiyan wekî dermankirina birînan tê bikaranîn. Di milê bazirganiyê de jî, ji bo avakirin û pêşxistina civakê pir girîng e.

Di  salên dawîn de xwedîkirina mêşên hingiv paşve çû. Ev jî bû sedemek ku metirsî li ser hebûna mêşan çêbe. Ji ber wê kesên ku mêşan xwedî dikin, kesan jî perwerde dikin, ji bo ku kesên pispor werin gihandin, ku karibin di rojên pêş de xwedîkirina mêşên hingiv bikin û projeyên mezin ji bo xwedîkirina mêşan ava bikin.

Revêberê mêşangeha gundê Naxmatî ku 6 km dûrî rojhilatê bajarê Qamişlo ye, Hamza Seyît (50) ev salek e mêşangeh ava kiriye.  Xwedîkirina mêşan ji hevalê xwe yê bi navê Enes El Erebî (50) ku endezyarê çandiniyê ye, fêr dibe.

Enes El Erebî ji bajarê Dêrazorê ye. Li Dêrazorê mêş xwedî kiriye. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ketin bajarê Dêrazorê, bi hevalê xwe Hamza Seyît re li hev kiriye û kewarên mêşan li bajarê Qamişlo bi cih kirine. Enes El û Hamza di nava mêşangeha xwe de 300 kewarên mêşan xwedî dikin.

Pêdiviyên mêşan wekî yên zarokan in

Hamza Seyît li ser xwedîkirina mêşan dibejê ku xwedîkirina mêşan jiyaneke cuda ye û wiha lê zêde dike: “Li ser jiyana mêşan mirov divê her tiştî zanibe. Mêş beriya hemû heywanan xetereyan dihizirin û pir hesas in. Pêwîstiyên mêşan wekî yên zarokên biçûk in. Mêşên hingiv herî zêde ji şînkahiyê hez dikin û berhema wan jî biharê zêde ye. Ji germahiyê hêrs dibin û heke havînê baş li wan temaşe nekin dê mêş nexweş bikevin.”

Her wiha Hamza Seyît anî ziman ku li ku dere mêşên hingiv hebin wekî ku li wir dermanxane heye û wiha got: “Ji bo gelek nexweşiyan wekî derman tên bikaranîn. Mêşên hingiv ji bo nexweşiyên wekî pençeşêr, fitiq, şekir, rayê hêrs derman e. Em bi pêvedana mêşan mirovan derman dikin. Destpêkê li ser kesên ku nexweşîn îmtîhan çêdikin û mêşekê pê ve didin. Heger di nava 5 deqeyan de tu pirsgirêk dernekeve, dest bi dermankirinê dikin. Di demên berê de li hemû gundan bi destên dapîrên ew rêbazên dermankirinê dihatin bikaranîn. Em jî li ser berhemên mêşan lêkolînê dikin û dermankirina xwezayî pêk tînin. Heya niha 53 kes me bi pêvedana mêşan derman kirine.”

Pêvedana mêşan dikin derman

Hamza Seyît û Enes El-Erebî wê tedawiya pêvedana mêşan bê pere çêdikin û dibêjin ku tenê ji bo xizmeta gel li wî karî rabûne. Her wiha li kelêka pêvedana mêşan giyayê xwezayî jî wekî derman bi kar tînin. Heta niha 12 kes perwerde kirine. Xwesteka wan ew e ku civak ji berhemên mêşên hingiv sûdê wergire. Perwerde li ser xwedîkirina mêşan û tê dayîn. Kesên ku di perwerdeyê re derbas dibin, dest bi xwedîkirina mêşan dikin. Armanca perwerdeyê Hamza Seyît wiha dibeje: “Ji bo ku kesên pispor werin gihandin da ku karibin mêşên hingiv xwedî bikin û projeyên mezin ji bo xwedîkirina mêşan ava bikin.”  

Li gorî lêkolînên ilmî yên hatine kirin jî tê payîn ku pêvedana mêşan bi taybet ji îltihaba laşê mirovan de başe.

ANHA