Hêrsa gel a ji bo azadiya Ocalan zêde dibe

Li taxa Şêxmeqsûd a Heleb li dijî dagirkeriya Tirkiyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek bi mişeleyan hate lidarxistin.

7 tebax, 2018   19:41

HELEB

Hêrsa gelê Bakurê Sûriyeyê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe.

Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Hebelê meşeke bi mişeleyan li dar xistin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG û YPJ û mişle hatibûn hildan, her wiha pankartên "Em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi rihê Berxwedana Serdemê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û bê serok jiiyan nabe" hatibûn vekirin.

Meş ji avahiya civînan a beşê rojavayê taxê dest pê kir û di nava kolanên sereke yên taxê geriyan. Di wê navberê de dirûşmeyê Azadiya Ocalan hatin berizkirin. Meş ji qada Şehîd Destîna ya beşê rojhilatê taxê veguherî mîtîngê.

Li vir deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Mihemed û bi navê Kongreya Star Heyfa Hesen axivîn. Di axaftinan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya raya giştî ya li hemberî binpêkirinên dewleta tirk hate şermezarkirin.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku, "Serdema koletî û înkarkirinê weliyan û projeya netewa demokratîk û biratiya gelan ketiye dewrê de.

Kesên axivîne, bang li rêxistinên mirovî kirin ku bila weka xwe ya li hemberî Ocalan pêk bînin û sînorekî ji zêdegaviyên dewlet tirk re deynin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA