Meclisa Sivîl bi şêniyên gundewarên Reqayê re civiya

Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî û guhdarkirina pirs û giliyan ji şêniyên gundê El-Ekîrşî yê başûrê Reqayê civînek li dar xist.

Meclisa Sivîl bi şêniyên gundewarên Reqayê re civiya
6 tebax, 2018   14:39

REQA

Bi armanca guhdarkirina nêrîn şêniyan û şîrovekirina geşedanên siyasî Meclisa Sivîl a Reqayê bi şêniyên gundê El-Ekîrşî yê başûrê gundewarê Reqayê re civiya.

Tevî endamên meclisa sivîl, endama MSD'ê Ruqeya Elo, şêxên êlên herêmê û sedan şêniyên gundê El-Ekîrşî tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre endama MSD'ê Ruqeya Elo li ser geşedanên siyasî li Sûriyeyê axivî û wiha got :" Pêngava piştî rizgarkirinê pêngava herî dijwar e. Herêm bûye meydana şerê sêyemîn e. Ev şer ji şerên ku li cîhanê rû dane cudatir e û yên ku ji van şeran sûd girtine tenê hêzên herêmî û hêzên dijber in."

Her wiha Ruqeya bal kişand ku deriyên diyalogan bi hemû aliyan re vekiriyem lê dewleta tirk her hewl dide diyalogan asteng bike û projeya li Bakurê Sûriyeyê ya xwe dispêre Netewa Demokratîk bişkîne. Ruqeya got ku armanca Tirkiyê wê neghêjin serî.

Di berdewama axaftina xwe de Ruqeya tekez kir ku bi says xwîna şehîdan gelên herêmên Bakurê Sûriyeyê di nav aramiyê de dijîn, her bostek ji Reqayê bi xwîna şehîdan hate rizgar kirin û wiha pê de çû:" Em rê nadin ku tu hêz derbasî herêma ku bi xwîna şehîdan hatiye avadan. Em ê xeta şehîdên ku bi xwîna herêm ji çeteyan hatiye rizgarkirin, berdewam bikin."

Piştre şêniyan gilî û rexneyên xwe li ser pirsgirêkên civakî û xizmetuzariyê anîn ziman.

Di dawiya civînê de endama MSD'ê Ruqeya Elo got ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêka sotemenî komîteyek ava kirine.

(şx)

ANHA