Li Şehbayê mayîn teqiya; zarokek birîndar bû

Mayîneke ji bermaniyên çeteyên DAIŞ‘ê li navçeya Fafîn a girêdayî herêma Şehbayê hatibû bi cihkiribûn teqiya, zarokek birîndar bû.

Li Şehbayê mayîn teqiya; zarokek birîndar bû
1 tebax, 2018   17:33

ŞEHBA

Li navenda navçeya Fafîn a herêma Şehbayê mayîneke ku çeteyên DAIŞ‘ê berê bi cih kiribû, bi zarokê bi navê Mihemed Menan ê 11 salî ve teqiya û zarok di sing û lingê xwe yê rastê de birîndar bû.

Welatiyan zarokan rakirina nexweşxaneya Avirîn a navçeyê. Li gorî bijîşkan rewşa wî baş e.

(bb)

ANHA