Li Geliyê El-Yermûk şerên dijwar

Li Geliyê El-Yermûk a rojavayê Deraayê di navbera hêzên Rêjîma Sûriyeyê ku destekê ji Rûsiyayê digrin û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûnên dijwar derket. li Quneytra jî beşî herî dawî ji komên çekdar ber bi Idlibê ve hatin derxistin.

Li Geliyê El-Yermûk şerên dijwar
1 tebax, 2018   10:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li gundê El-Qesîr yê girêdayî herêma Geliyê El-Yermûk a rojavayê Deraayê di navbera hêzên Rêjîma Sûriyê ku destek ji Rûsiyayê digrin û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Balafirên rêjîmê û Rûsiyayê baregeha herî dawî ya çeteyên DAIŞ'ê li Geliyê El-Yermûk piştî ku hêzên Rêjîmê hemû gund û bajarokên di bin serweriya çeteyan de xistin bin serweriya xwe de, bombebaran dike.

Nêzî 100 çeteyên Artêşa Xalid Bin Welîd ên girêdayî DAIŞ'ê û bi sedan sivîl di herêmê de hene.

Birêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdilrehman ji ajansa nûçeyan a Fransa (AFP) re diyar kir ku derketina şer piştî danûstandinên di navbera rêjîmê û çeteyan de ji bo derxistina koma çeteyan a herî dawî ber bi çolistana Sûriyeyê ve û li hemberî wê divê çete 30 jin û zarokên ji Siwêda revandine serbest berdin, bin ket.

Televiziyona fermî ya girêdayî rêjîmê di nûeçyeke xwe ya lezgîn de got ku gundê El-Qesîr devera herî dawî di destên çeteyên DAIŞ'ê de maye û li vir şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Hêzên Rêjîmê bi alîkariya Rûsiyayê ev hefteyeke êrîşên dijwar li ser herêma Geliyê El-Yermûk pêk tîne.

Roja Sêşemê beşekî din ji komên çekdar ji Quneytera hatin derxistin. Bi vê yekê hêzên Rêjîmê herêm bi temamî û giştî sînorê Colanê xistiye bin serweriya xwe.

Ajansa SANA ya giêrdayî rêjîma Sûriyeyê diyar kir ku beşê herî dawî ji çeteyên tevî malbatên wan ên ku lihevkirinê red dikin ji bajaroka Cebata El-Xeşeb û gundewarên ber bi Idlibê hatin derxistin.

Li gorî hevpymana 20'ê Tîrmeha derbasbûyî ev cara çaremîn e komên çekdar ji Qunyetra têne derxistin.

Ji aliyê din ve roja Sêşemê Rûsiya diyar kir ku hêzên Rêjîmê ti êrîşên berfireh li ser herêma Idlibê ya bakurê Sûriyê pêk ne aniye û ew herêm ji bo rêjîmê pir girîng e.

Li gorî ajansên Rûsî li ser zimanê Nûnerê Rûsiya li Sûriyê Eleksander Lafrenteef got di vê demê de ti carî êrîşî Idlibê nayê kirin.

Berpirsê Rûsî di dawiya civîna tora 10'an a Astana de ku li Soçî ya Rûsyayê di navbera nûnerên rûsî, îranî, tirkî, nûnerên rêjîmê û opozisyonê hate lidarxistin axivî.

Tevî hemû daxuyaniyên berpirsê Rûsî lê herêma Cisir El-Şixûr a parêzgeha Idlibê di van çend  rojên dawî de ji aliyê hêzên Rêjîmê ve hate topbaran û bombebarankirin. Tê gotin hêzên Rêjîmê hêza xwe li van deveran belav dike.

(bx)