YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê raghandin ku şervanê YPG`ê Merwan Kobanê dema li Reqayê xwe kir ava Firatê şehîd bû.

YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
1 tebax, 2018   10:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî  nasnameya şehîdekî YPG`ê eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi dîroka 28’ê Tîrmehê de hevalê me Merwan Kobanê dema ku ji bo îcazê ji Eyn Îsa diçe Reqayê, di 29’ê Tîrmehê de ji bo ku melavantiyê bike dikeve Çemê Firatê û şehîd dikeve.

Di kesayeta şehîd Merwan Kobanê de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Bi girêdanbûna bîranîna şehîdan em ê tekoşîna xwe bi serkeftinê re tacîdar bikin, soza xwe nû dikin.

Nasnameyê pakrewanê me wiha ye:

Nasnav: Merwan Kobanê

Nav û Paşnav: Mihemed Ebûd

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 29’ê Tîrmehê 2018`an.

(kc)