‘Tirkiyê bi mêtîngerên Kurdistanê re li ser qirkirina kurdan li hev kirine‘

Bepirsyarê Rêxistina (PYD) ya Kantona Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm got ku dagirkeriya tirkiyê bi hikûmetên mêtîngerên Kurdistanê li ser tunekirina kurdan û binpêkirina projeyên demokratîk li hev kirine û destnîşan kir ku ji bo pîşîgirtina li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê lidarxistina Kongreya Netewî çare ye.

‘Tirkiyê bi mêtîngerên Kurdistanê re li ser qirkirina kurdan li hev kirine‘
1 tebax, 2018   06:45

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Berpirsê Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD) ya Kantona Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me li ser êrîşên dagirkeriya tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û girîngiya yekîtiya gelê Kurd li hemberî dagirkeran axivî.

Şemsedîn Mele Îbrahîm bang li gelê Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê kir ku bi yek bin û civakeke azad û demokratîk ku hemû pêkhateyên di nav xwe de bigire ava bike.

Şemsedîn Mele Îbrahîm destnîşan kir ku Tiriyeyê bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê hebûna kurdan dike hedef, her wiha dixwaze Peymana Mîlî ku Mûsil, Kerkûk û Helebê tev li Împaratoriya Osmanî bike zindî bike.

Mele Îbrahîm destnîşan kir ku dagirkeriya tirkiyeyê bi hevkariya hin welatên din êrîşî Başûrê Kurdistanê û Rojava dikin, dixwazin bi vê yekê destkeftiyê gelê Kurd li her çarparçeyên Kurdistanê tune bikin.

Şemsedîn Mele Îbrahîm di nava axaftina xwe de îşaret bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û anî ziman ku hikûma Başûr xwe bi xwe ava nekiriye, bi riya hin hêzên derve ava bûye, lewra jî ne xwedî biryare û wiha dom kir: "Hikûmeta herêmê li gorî berjewnediyên Tirkiyeyê tevdigere, ji ber vê yekê li hemberê binpkirinên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê bêdeng maye, her wiha çarenûsa wê bi ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye."

Berpirsê PYD‘ê bal kişand ku di aliyê fikrî de cûdahî di navbera Rojava û hikûmeta herêmê de heye û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Wekî gelê Rojava û Bakurê Sûriyê armanca me Sûriyeke ne navendî, pir reng, mafê hemû pêkhateyan û beşên civakî wek hev be ye were avakirin. Lê dewleta faşîm a tikiyê û hikûmeta herêma Kurdistanê ji sîstema me ne rihet in. Wekî gelê Kurd hewcedarî bi kongreyek netewî heye."

Şemsedîn Mele Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk a dagir ne tenê Başûrê Kurdistanê hedef digire, projgeyên demokrasiyê, îhmakirina gelê Kurd li her deverê armanc dike.

Mele Îbarhîm got: "Tirkiyê dixwaze kurdan li her çar parçeyan têk bibe. Ji ber vê yekê kaxeza spî da Rûsya da ku hin herêmên Sûriyê bigire li beramberî ku ew Tirkiyê  projeya demokratîk a kurdan asteng bike. Ev yek di referndûma serxwebûna ya Başûrê Kurdistanê de diyar bû, dema ku referendum red kir û li hemberî Barzanî sekinî."

Şemsedîn Mele Îbrahîm hevkariya tirkiyê bi çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Sûriyê bi bîr xist û anî ziman ku Tirkiyê bi riya çeteyan şerê gelê Bakurê Sûriyê dike û hemû hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî hemû komployan wekî Kurd em dibînin ku lidarxistina kogreya netewî ya Kurdistanê pir pêwîstiyek e."

Berpirsê Rêxistina PYD‘ê ya Kantona Hesekê bêndengiya hikûmeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê li hemberî zêdegaviyên tirkiyê şermezar kir û anî ziman ku bêdengiya wan hevkariya wan bi tirkiyê re destnîşan dike.

Berpirsê Rêxistina PYD‘ê ya kantona Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di demên dawî de gelê Iraqê li hemberî hikûmetê xwepêşandan li dar xistin û banga hilweşandina rêjîmê kir, ji ber ku temsîla gel nake, ji bo berjewendiyên hêzên derve dixebite."Em bang li gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikin bi yek rêzî civakeke demokratîk û azad ava bikin."

(bb)

ANHA