Li kampa penaberan şewat

Li kampa penaberan tangê gazê teqiya û agir bi malê ket, di encama şewatê de penaberek birîndar bû.

Li kampa penaberan şewat
31 tîrmeh, 2018   14:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li kampa penaberan a Tazedê ya li navçeya Kelar a girêdayî herêma Germiyan ji ber teqîna tangê gazê agir bi malek a penaberan ket.

Li gorî agahiyên hatine standin agir bi malê ketiye û bi giştî mal şewitiye, hat zanîn penaberek yê xwediyê malê birîndar bûye û rakirine nexweşxaneya Kelarê. Piştî demekê agir bi temamî hat tefandin.

Di wargeha Tazedê de penaberên parêzgeha Babil, Selahedîn û Diyale yên ji Iraqê dijîn.