HPG`ê li artêşa dagirker xist, kuştî hene

Gerîlayên HPG'ê li leşkerên Tirk ên li ser girê Şehîd Gafûr ê li Geverê xistin û çeperek û konteynirek rûxandin. Li Licê jî di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin.

HPG`ê li artêşa dagirker xist, kuştî hene
29 tîrmeh, 2018   12:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 28'ê Tîrmehê saet 7'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Gafûr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di encamê de çeperek û konteynirek bi temamî hate rûxandin. Hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

24'ê Tîrmehê saet 23:50'î, li herêma Omerya ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di navbera yekîneyeke me ya bi erka xwe radibû û artêşa TC a dagirker de şer derket. 3 hevalên me yên derbên giran li hêzên dijmin xistin, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd wê piştre ji raya giştî re bên eşkerekirin.

21'ê Tîrmehê artêşa TC a dagirker li herêma Kûna Hirçê ya navçeya Kemahê ya Erzînganê dest bi operasyonê kir. Şeva heman rojê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer derket. Hejmara leşkerên di vî şerî de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker sibeha 22'ê Tîrmehê bi helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra bombe li derdorê barand. Heman rojê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî herêmê û operasyon dorfireh kir. Ev operasyona 27'ê Tîrmehê bi rengekî bê encam qediya. Dewleta TC a dagirker bi rêya medya xwe ya şerê taybet derew kir ku di operasyonê de ji gerîla şehadet çêbûye. Di operasyonê de windahiyeke me nîne.

21'ê Tîrmehê saet 00:30'î, hêzên me li dijî bendeke kontrolê ya li nêzî gundê Kijilnehîzê yê navçeya Licê ya Amedê çalakiyek kirin. Ji nêz ve li benda kontrolê hate reşandin û bulûbe bi temamî rûxiya. Bi qasî ku hate tespîtkirin 8 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevalê me Aram ku di çalakiyê de bi canbexşane li dijî hêzên dijmin şer kir û bi giranî birîndar bû, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin, bombeay xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe û ên birîndar bi gelek wesayitên zirxî ji herêmê rakir. Nasnameya hevalê me yê şehîd bû, piştî ku hate zelalkirin wê bên eşkerekirin.

18'ê Hezîrana 2018'an saet 00:30'î artêşa TC a dagirker li derdora gundê Bektaş ê navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Ji ber operasyonê di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şer derket. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombe li qada operasyonê barand. Ji ber bomberdûmanê hevrêyên me Koçer û Roger şehîd bûn.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Koçer Çiya

Nav paşnav: Firat Taşçi

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Fatma-Abdulbakî

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018 / Amed

*****

Nasnav: Roger

Nav paşnav: Feytûllah Ecer

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Edna-Fevzî

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018 / Amed

25'ê Tîrmehê, qereqolên artêşa TC a dagirker ên li herêma Şêx Cûma ya Bedlîsê û kontrayên li herêmê bombe li herêmê barandin û li qada daristanî şewat derxistin. Şewata li daristanên Şêx Cûma û Şehîd Mizgîn hîn dewam dike.

27'ê Tîrmehê saet navbera 14:30 û 15:00, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li girê Şehîd Nûda yê herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hevalên me nehatiye."