Di çarçoveya ne şer û ne aştiyê de Xeza

Herêma Xeza ya Filistînê rewşa ne aştî û ne jî şer de ye. Nemaze piştî ku balafirên şer ên Îsraîlê dubare êrîşan bi ser herêmê de dibin û tabûrên Filistînê jî bersiva van êrîşan didin. Di encamê de gihaşt asta ku tabûrên Filistînê agirbestê red bikin ku di nava her du aliyan de piştî şerê 2014'an hatiye îmzekirin, her çend artêşa Îsraîlê bi awayekî rojane welatiyan hedef bigire jî.

Di çarçoveya ne şer û ne aştiyê de Xeza
29 tîrmeh, 2018   08:55

XEZA  / UMER MÛSA

Îsraîlê îdia dike ku êrîşên wê bersiva berdewama meşên li nêzî xeta sînor a di navbera herêma Filistînê û deverên Filistînê yên dagirkirî de ye û dibêje ku tevgera Hemas ji vê tundiyê berpirsyar e.

Hêjayî gotinê ye ku meşên aştiyane yên vegerê ku beriya nêzî du mehan dest pê kirine û banga rakirina ambargoya li ser herêma Xezayê dikin, rastî tundî û kuştinê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê artêşa Îsraîlê bêtirî 155 filistînî kuştin û bêtirî hezar û 100 filistîniyên din jî birîndar bûn.

Tabûrên Filistînê serê xwe ji Îsraîlê re natewînin û di bersivdayîna êrîşan de bi israr in û fûzeyan bi ser niştecihgehên nêzî herêmê de diavêjin û bi hevkêşiya "topbarana li hemberî topbaranê" bi nav dikin.

Li hemberî girêdana tabûrên Filistînê bi vê hevkêşiyê re hikumeta Îsraîlê bi daxuyaniyan hêrsa xwe nîşan dide û alîgirên rastgir ên Îsraîlê jî hewl didin şerekî nû li dijî Xezayê bidin destpêkirin. Çavdêrên Îsraîlê diyar dikin ku qebûlkirina hevkêşeyeke ku Xeza  pêşkêş dike lawaziyek e û divê artêş bersiva wê bi hemleyeke leşkerî bide, eger tabûrên Filistînê topbarana xwe li dijî Îsraîlê berdewam kir.

Herêma Xeza li ser girekî agir dijî û di çarçoveya vê rewşa şer û aştiyê de, qad roj bi roj gurtir dibe û topbaran rojane dubare dibin. Her wiha rewşa mirovî li herêmê jî xirabtir dibe û ji ber vê mijarê helwesta giştî li herêmê şer e da ku henaseyekê ji Xezayê re wergirin û li hemberî wê hikumeta Îsraîlê serhişkiya xwe didomîne û ambargoya li ser herêmê ev 12 sal e hişktir dike.

Rayedarên navneteweyî hişyariya berdewama ambargoya li ser Xezayê da û banga bidawîkirina rewşa şer kir ku Îsraîl li dijî Xezayê bi rê ve dibe.

Şandeyê Neteweyên Yekbûyî yê Rojhilata Navîn Nîkolay Mladînov girêdayî mijarê wiha got: "Mijar diyar dike ku em li ber şerekî nû li dijî Xezayê ne û divê hemû rewşa mirovî ya têkçûyî li Xezayê di ber çavan re derbas bike û îhtîmala şer dûr bixe."

Êrîşên leşkerî yên dubare, ber bi xeta şer ve diçe û her du aliyan di destpêkê de diyar kir ku ew hewl didin şer dûr bixin. Îsraîlê di van êrîşên xwe de 2 zarok kuştin û 10 kesên din jî birîndar kirin. Her wiha 8 endamên tabûrên El-Qesam kuştin û 15 endamên din jî birîndar bûn.

Li rex vê çarçoveyê dubare nûçe derdikevin ku planek tê amadekirin da ku hevpeymanekê di navbera Îsraîl û Xezayê de pêk bînin û agirbestê li ser erdê pêk bîne û rewşa mirovî li Xezayê baştir bikin. Lê ev nûçe tenê gotegot in û tu gavên rasteqîn girêdayî wê pêk nehatine.

Çavdêran ji ajansa me ANHA'yê re encam wiha guman kirin: "Dijberiya leşkerî zêde dibe, ev tê wateya ku rewş dê di bîstikekê de biteqe. Rast e ku kedên navneteweyî ji bo aramiyê tên meşandin, lê çirûska şer beriya demekê vêketiye. Di van rewşên mirovî yên dijwar û paşguhkirî de ku welatiyên Xezayê  tê re derbas dibin, tê wateya ku di van rojên pêş de rewş dê girantir bibe, nemaze ji ber ku êdî Xeza nikare tehemûl bike û Îsraîl jî vê yekê baş dizane.

ANHA