Viyan Amara li Kobanê hate bîranîn

Şêniyên kantona Kobanê, di nav de mamoste, 5.emîn salvegera şehadeta têkoşer Viyan Amara bi bîr anîn.

Viyan Amara li Kobanê hate bîranîn
Viyan Amara li Kobanê hate bîranîn
Viyan Amara li Kobanê hate bîranîn
Viyan Amara li Kobanê hate bîranîn
Viyan Amara li Kobanê hate bîranîn
Viyan Amara li Kobanê hate bîranîn
Viyan Amara li Kobanê hate bîranîn
Viyan Amara li Kobanê hate bîranîn
26 tîrmeh, 2018   19:25

KOBANÊ

Bi serkêşiya mamosteyan, bi sedan şêniyên Kobanê bi aramnca bîranîna têkoşera mamoste Viyan Amara di salvegera şehadeta wê ya 5.emîn de berî dane goristana Şehîd Dicle ya dikve başûrê bajarê Kobanê.

Merasîmê bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclîsa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî di kesayeta şehîd Viyan hemû têkoşerên jin Bêrîtan, Zîlan, Avêsta û Barînan bi bîr anî û soza şopandina riya şehîd Viyan da.

Paşê welatiyan berê xwe dane Pemangeha Şehîd Viyan Amara û li wir jî axaftin hatin kirin.

Bi navê qada perwerdeyê Ridwan Deharo axivî û got, "Şehîd Viyan Amara her tim di bîra me de ye. Em dibêjin şehîd viyan yekser em di bêjin Viyan".

Yek ji şagirtê şehîd Viyan, Mistefa Osman yê ku di girtîgehên dewleta Tirk de ye nameyek  ji bo bîranîna şihadeta şehîd Viyan şand, tê de wiha dibêje, " Yê di nava zîndanê de di nav wan îşkencan de tiştê ku dihiştin ez ber xwe bidim soza min ya bi şehîdan re bû û hevaltiyê min a bi şehîd Viyan re û bîranînên ku min bi şehîdVviyan re jiyan kiriye hîşt ku ez berxwe bidim û ji welatê xwe hezbikim".

Her wiha helbest ji aliyê welatiyê bi navê Mehmûd Kobanê ve hate gotin û sienvizyon li ser jiyana şrhîd Viyan hate pêşkêş kirin.

Merasîma bîranîne bi stranan bi dawî bû .

Hêjayê gotiyê ye ku şehîd Viyan Amara (Sevîm kaya) ji Bakurê Kurdistanê ye,  bû û 27 ê meha Tîrmeha 2013‘ an de di berxwedana kobanê di şerê li dijî DAIŞ ê gihîş asta şihadetê.

(sn/şm)

ANHA