Çete li Efrînê bi hev dikevin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li navneda bajarê Efrînê bi hev dikevin. Hate ragihandin ku dengê teqînekî ji kolana Fîl hate bihîstin.

Çete li Efrînê bi hev dikevin
26 tîrmeh, 2018   16:52

EFRÎN

Li gorî agahiyan ku çavkaniyan dane ajansa me, vê êvarê li nêzî kafeteriya "Jîn Efrîn" ya li kolana Fîl a taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê şerên dijwar di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Furqet El-Hemzat de rû dan.

Çavkaniyan destnîşan kir ku  di encama şer de birîndarên çeteyan çêbûn. Her wiha diyar kir ku ji kolanê denqê teqînê hate bihîstin.

Vê sibehê jî, li navenda bajarê Efrînê li nêzî stasyona sotemeniyê ya kolana Fîl piştî ku çeteyan tireksek ji malbateke ji eşîreya El-Bûbena dizîn, di navbera eşîra El-Bûbena û çeteyên Ehrar El-Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şer derket. Di şer de 3 çete birîndar bûn.

Duh jî li gundê Dêr Belûtl a herêma Cindirêsê li ser parvekirina milkên welatiyan di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Cebha El-Şamiyê yên girêdayî Tirkiyê şer derekt.

ANHA