Li koçberiyê rêxistinkirin û îro jî konferans hat lidarxistin

Jinên Efrîn di şert û mercên koçberiyê li kantona Şehba 2`emîn konferansê xwe lidar xistin û gihîştin biryarên girîng.

Li koçberiyê rêxistinkirin û îro jî konferans hat lidarxistin
Li koçberiyê rêxistinkirin û îro jî konferans hat lidarxistin
Li koçberiyê rêxistinkirin û îro jî konferans hat lidarxistin
Li koçberiyê rêxistinkirin û îro jî konferans hat lidarxistin
Li koçberiyê rêxistinkirin û îro jî konferans hat lidarxistin
Li koçberiyê rêxistinkirin û îro jî konferans hat lidarxistin
Li koçberiyê rêxistinkirin û îro jî konferans hat lidarxistin
Li koçberiyê rêxistinkirin û îro jî konferans hat lidarxistin
26 tîrmeh, 2018   16:30

ŞEHBA

Di şer de berxwedanî û li koçberiyê jî têkoşîn e. Jinên kantona Efrînê di nava 5 mehan de li herêma Şehba xwe birêxistin kirin û îro jî bi dirûşmeya `Bi ruhê Berxwedana Serdemê em ê Şoreşa Jinê civakî bikin` 2`emîn Konferansê xwe lidar xistin.

Jinên Efrînê salona konferansê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, Berxwedana Kobanê û Berxwedana Şêxmeqsûd xemilandibûn û îro jî ji heman herêman (jinên Efrîn, Kobanê, Şehba û Şêxmeqsûd) 500 delegeyên jin li hevdû kom bûn. Li salona konferansê navê Efrînê bi zeytûnan nivîsandibûn û li gel wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî sembola aştiyê şaxên dara zeytûnê bi cih kiribûn.

Têkoşîna Kongreya Star pir alî ye

Di destpêka konfernasê de delegeyên konferansê dîwanê ku ji 5 kesan pêk dihat hilbijartin û bernameya konferansê ku hatibû amadekirin dest pê kir. Di nava bernameyê de rapora salane ya Kongreya Star jî hat xwendin.

Nirxandina tevlîbûna jin a Berxwedana Serdemê û aliyên kêm mane yek ji rengê rapora Kongreya Star a salane bû. Kongra Star ne tenê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê têdikoşe, li gel rêxistinkirina jin, li ser çareserkirina pirsgirêkên jin jî dixebitê. Di salekê de zêdetirî 1000 pirsgirêkên jin çareser kirine. Li gorî nirxandinên di rapora Kongreya Star de hatine kirin lihevnekirina jin û mêr, berdan û tundiya li ser jinê dibin sedema pirsgirên civakî û Kongreya Star ji bo bikarbe li pêşiya van pirsgirêkan bigre, giranî daye perwerde. Her wiha li Efrînê jinên ducanî ji %95 sêzerî zarokên wan ji dayîk dibin û heyanî niha Kongreya Star bi riya perwerde li hemberî vê yekê têdikoşe, dixwaze jin bide qenaet kirin ku sezerî zerareke mezin dide jin û hewl dide jinên ducanî xwezayî zarokên xwe bînin dunyayê.

Her wiha di rapora Kongreya Star a salan de xebatên hemû saziyên Kongreya Star hatine nirxandin. Yek ji wan jî xebatên Yekîtiya Jinên Êzidî û rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiyê bû. Rêxistina Sara dayîka 83`ê salî ku yekemîn mamosteya zimanê kurdî bû, xelat kiriye.

Di nirxandina rewşa siyasî de jî dagirkirina Tirkiyê ya Efrînê êrîşa li ser jina lêgervana azadiyê hate nirxandin û hat gotin ku hêzên dagirker di kesayeta jin de dixwazin dawî li têkoşîna gelê Kurd a azadiyê bînin.

Perwerde û têkoşîna hevbeş

Rewşa xebatê bi berferehî ji aliyê jinên Efrînê ve hat nirxandin û mijara herî zêde ket rojevê mijara perwerdekirina jin bû. Her wiha têkildarî vê mijarê pêşniyar hat kirin ku terzê perwerdekirine ber çavan re were derbas kirin û li gorî asta jin û pêdiviya wê dewreyên perwerde werin organîze kirin. Di nava nirxandinan de jî birêxistinkirina komîteya perwerde ji carekê zêdetir hate pêşniyarkirin. Her wiha ji hemû jinan hat xwestin ku hevbeş têbikoşin û hevdû temam bikin. Rêveberên Kongreya Star jî ji ber kêm û kurtiyên di xebatên wan de derketine û pirsgirêkên jin dubare dibin rexnedayîna xwe dan.

Biryarên girîng

Di berdewamiya konferansê de biryarên girîng hatin girtin. Yek ji van biryaran vekirina dewreyên perwerde ji bo mêr e her wiha jinên rastî tundiyê tên ji bo wan navend vekirin, komîteya perwerde birêxistin kirin û wê di rojên pêş de pêşengeha karê dest yê jinan were organîze kirin. Biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê werin pêkanîn, Pêngava "Jin ji bo  Efrînê serî hilde", Berxwedana Jinên Efrînê were belgekirin, her wiha binpêkirinên dagirkeriya Tiriyê yên li dijî jin û zarokên Efrînê werin belgekirin û ji raya giştî re were şandin.

Di dawiya konferansê de rêveberiya Kongreya Star a Efrînê hat hilbijartin, 6 rêveber û 16 endamên komîteyan hatin hilbijartin.

Gotina dawî ya konferansê ji aliyê Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd ve hat kirin. Evîn Siwêd konferans li hemû jinan pîroz kir.

Dema pêş jî Kongreya Star piştî ku konferansên xwe bi dawî bike wê 2`emîn kongreyê xwe lidar bixe.

(ekib)

ANHA