Şewata li Omeryanê berfirehtir dibe

Li herêma Omeryan a Nisêbîna Mêrdînê li qada ku leşkeran operasyon li dar xistibûn, agir bi qadê ket. Bi sedan dar şewitîn û agir nêzî gundan dibe.

Şewata li Omeryanê berfirehtir dibe
25 tîrmeh, 2018   18:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Omeryan a Nisêbînê bi tevlêbûna gelek leşker û cerdevanan operasyonek hate lidarxistin. Li bejahiya gundê Çalê agir bi qadê ket. Ji ber zêdebûna şewatê bi sedan dar bûn xwelî. Li hin cihan gundiyan bi derfetên xwe xwestin agir tefandin û hate hînbûn ku agir nêzî mezra Serêkaniyê bûye.

Ji bo gundiyan ev şewat gelekî bi xeter e û heta niha tu mudaxele nehatiye kirin.

Kesên li herêmê ragihandin ku vê sibehê bi hinceta ‘ew ê operasyon were lidarxistin’ li gundên Yavrûkoy û Îlkadimê qedexeya ‘derketina derve’ hatiye ragihandin û piştre agir bi bejahiya van gundan ketiye.