Li Xezayê ji ber topbarana Îsraîlê 3 Filistînî mirin

Li xeta sînorê Xezaya Filistînê 3 ciwanên Filistînê di encama topbarana hêzên Îsraîlê de jiyanan xwe ji dest dan û yek din jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku leşkerek Îsraîlê jî hate kuştin.

Li Xezayê ji ber topbarana Îsraîlê 3 Filistînî mirin
25 tîrmeh, 2018   18:45

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku vê êvarê, hêzên Îsraîlê nuqteyên Tûgeya Qesam ên li ser sînorê Xezayê topbaran kir, ji ber topbaranê 3 ciwanên Filistînê; Ubada Ferwane, Taha Herara û Ehmed El-besûs jiyana xwe ji dest dan û welatiyek din jî birîndar bûn.

Nûçegihanê me, ragihandin ku hêzên Îsraîlê nuqteyeke din a tûgeyê li rojhilatê Birêc bi du topan kir hedef û nuqteyeke din li rojhilatê Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê topbaran kir, di heman demê dem balafirên şer bargehên tûgeyê li başûrê Xezayê hedef girtin.

Nûçegihana me da zanîn ku çepmeniya Îsraîlê, kuştina leşkerekî xwe bi guleyek li Xezayê, rohilatê wargeha El-Berêc ragihandin.

(şx)

ANHA