UNRWA‘yê hezar karmendên xwe yên li Xezayê ji kar dûr dixe

Rêveberiya Ajansa Alîkariyê û Xebitandina Penaberên Filistînê ya NY‘yê (UNRWA) biryara derxistina derdora 1000 karmendên xwe yên li Xezayê ji kar derxistin. Rêveberiya ajansê aloziya budceyê û nedane budceya salane ku 350 mîlyon dolar e ji aliyê rêveberiya Amerîkayê kir hincet.

UNRWA‘yê hezar karmendên xwe yên li Xezayê ji kar dûr dixe
25 tîrmeh, 2018   17:50

MUSTEFA DEHDÛH / XEZA

Tevî daxwazên filistîniyan ku karmendên filistînê yên di rêxistina xebitandinê ya Urnwayê de  ji kar neyên sekinandin, Rêveberiya Ajansa Alîkariyê û Xebitandina Penaberên Filistînê ya NY‘yê (Unrwa) biryara dûrxistina derdora 1000 karmendên filistînê ji kar derxistin. Karmendên ku gefên sekinadina wan ji kar hatiye xwarin çalakiyên xwe yên protostoyê li avahiya ajansê û derve didomînin.

Sekretêrê Yekîtiya Karmendan a Unrwa Yûsif Hemdûnê ji Ajansa Nûçeyan A Hawarê re got: "Rêveberiya Unrwa îro çarşemê 4 name şandin, tê de daxwaz kiriye ku hejmarek karmendên wê ji kar werin dûrxistin û navên wan li deriyê avahiya ajansê werin daliqandin, ev yek rastî nerazîbûna xwepêşdêran hat. Her çiqas civîn û hevdîtin hatin kirin jî lê rêveberiya ajansê ji biryarê venageriya."

Wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê me xwe gihand Mûdîriyê Çalakiyên Unrwa yê Xezayê Matyas Şimalî. Şimalî sedema vê yekê spart aloziya di budçeyê de û anî ziman ku budce bi qasî nêvî hatiye kêmkirin û Rêveberiya Amerîkayê budceya ku ji bo ajansê hatiye veqetandin ku divê salane 350 mîlyon dolar bide, tenê 65 mîlyon daye.

Matyas Şimalî destnîşan kir ku ew nikarin karmendan li ser karên wan bihêlin û dê li gorî pilana rêveberiya ajansê tevbigerin û karmendan bisekînin.

Berdevkê Fermî yê Unrwa Samî Mişeşai jî got ku pêşberî rêxistinê û penaberan tenê hilbijêrek heye ew ku li hemberî vê rewşê bisekinin  û karê xwe biparêzin li gel aloziya budceyê.

Mişeşai sedema derxistina biryarê spart ku Washington bucdeya ji bo ajansê hatiye veqetandiniye rawestandiye û destnîşan kir ku wekî rêveberiya ajansê nedixwest aloziyan derbikeve û ew di xizmeta bi hezaran penaberan de bi isra re.

ANHA