Xwarinên gelêrî jî cihê xwe di nav mîhrîcana Girê Spî de girt

Şêniyên kantona Girê Spî beşdarî Mîhrîcana Çand û Kevneşopiyan bûn û kêfxweşiya xwe anî ziman. Beşdar bi cil û bergên folklorîk û xwarinên gelêrî tev li mîhrîcanê dibin.

23 tîrmeh, 2018   10:23

MEED SELÛM / GIRÊ SPÎ

Çalakiyên Mîhrîcana Çand û Kevneşopiyan a Girê Spî didomin. Mîhrîcan li Girê Spî bi boneya salvegera 19`ê Tîrmehê tê lidarxistin. Pêkhateyên Girê Spî kêfxweşiya xwe ji bo mîhrîcanê anî ziman.

Mîhrîcanê di roja xwe ya duyemîn de gelek kes ji hemû pêkhateyên kantonê pêşwazî kirin û li aliyekî din jî gelek şande ji kantona Kobanê, Reqa û Tebqayê amade bûn.

Mihemed El-Selûm El-Ircan yê ji êla El-Inze ya bedewî, got ku mihrîcan gelekî xweş bû û ew ji hemû pêkhateyan re jiyana hevbeş di bin alekê de dixwazin û divê salane mîhrîcan werin lidarxistin da ku jiyan hevbeş bê mîsogerkirin. 

El-Ircan diyar kir ku ew bi gelek çalakiyan tev li mîhrîcanê bûne, wekî govenda "Dehdeh", pêşengeha hespên erebî yên resen û deveyan jî. 

Ebdulkerîm El-Xelîl yê ji pêkhateya tirkmen, da zanîn ku mîhrîcan hemû pêkhateyên Girê Spî di nav xwe de dihewîne û her kesek bi çand û kevneşopiyên xwe tev lê bûye û ew bi cil û bergên xwe yên folklorîk, dîlan û govendên taybet beşdarî mîhrîcanê bûne.  

Lucian Matosian a ji pêkhateya ermenî, tekez kir ku mîhrîcan ya herî serkeftî bû di nava çalakiyên ku li kantonê hatine lidarxistin de û wiha berdewam kir: “Ev mîhrîcan hevgirtinê di navbera me de dide çêkirin û biratiya gelan hate pêkanîn, li ser erdê jî me ev yek da tekezkirin.”

Pêkhateya ermenî jî bi cil û bergên xwe yên taybet beşdarî mîhrîcanê bûn. Di bin konê mîhrîcanê de gelek wêneyên Meryem El-Ezra û Mesîh û hin kevneşopiyên kevnar ên nehasî û text di nav de hene.  Lucian Matosian diyar kir ku mîhrîcan derî li ber pêkhateyan vekir da ku bi çand û kevneşopiyên xwe beşdar bibin û bên naskirin.

Ji aliyekî din ve jî Wedha Muslim Bercis ya ji pêkhateya kurd wiha got: “Me ev mîhrîcan di sala duyemîn de li dar xist û me tekez kir ku mîhrîcan bi hemû pêkhateyên kurd, ereb, sûryan, tirkmen û ermen yek dest in.

Xwarinên ku di mîhrîcanê de hatin pêşkêşkirin

Di bin konê mîhrîcanê de, xwarinên gelêrî yên taybet ên pêkhateyên kantonê hatin pêşkêşkirin û xwarin ji aliyê malbatên beşdar ve hatin amadekirin.  

Pêkhateya ereb xwarinên xwe yên navdar mîna "Sirûd" pêşkêş kir ku ji nan, goşt û mergeyê çêdibe.

Pêkhateya kurd jî xwarina "Kûfteyan"  ku ji gêrmî û goşt çêdibe, pêşkêş kir. Pêkhateya ermen jî xwarina "Pastirma" ya ku li kêleka tirşîyan tê û ji goşt, merge, hevîr û nîskan çêdibe, pêşkêş kir.  Di dawiyê de jî pêkhateya tirkmen xwarina "Gilê û qişê" ya ku ji serê pez çêdibe, pêşkêş kir. 

(ekîb)

ANHA