Şêniyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxirkirin

Bi merasîmeke girseyê cenazeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hemûd El-Hesen û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El-Rewac li goristana Şehîd Hanî El-Hesen a li gund El-Bisêra hate oxirkirin.

Şêniyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxirkirin
Şêniyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxirkirin
Şêniyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxirkirin
Şêniyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxirkirin
Şêniyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxirkirin
Şêniyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxirkirin
Şêniyên Dêrazorê du şehîdên xwe oxirkirin
22 tîrmeh, 2018   16:25

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, endamên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn û nûnerêen hêzên leşkerî beşdarî merasîmê oxirkirina endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn Hemûd Hesen û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El-Rewac  (Rewac) yên dema erka xwe pê di anîn şehîd bûn, bûn.

Girse, piştî ku cenaze wergerkirin bi kerwanekî erebeyan ku bi wêneyên herdu şehîdan û çîçekan hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Hanî Hesen a li gundê El-Bisêra ve ketin rê.

Li goristanê turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Paşê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wefa Celal, li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê  Casim El-Hesen û bi navê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Heqî Dêrazor axivîn.

Kesên axivîne, sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwestin û soza şopandina xeta wan û parastina destkeftiyên şoreşê dûbare kirin. Hate gotin ku şehîd riya gelan a ber bi azadiyê ve ronî dikin, bi xwîna wan Bakurê Sûriyê hate rizgarkirin

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbtên wan hatin kirin.

Girseya gel, cenzayên herdu şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayika spartin axê.

(bb)

ANHA