Çeteyên tirk welatiyên Cindirêsê direvîne û mal û milkên wan didize

Li navçeya Cindirês a girêdayî Efrînê, piştî dagirkirina ji aliyê artêşa tirk û çeteyên wê ve talankirin, wêrankirin, dizîna mal û milkên welatiyan li navçê ranaweste.

Çeteyên tirk welatiyên Cindirêsê direvîne û mal û milkên wan didize
Çeteyên tirk welatiyên Cindirêsê direvîne û mal û milkên wan didize
Çeteyên tirk welatiyên Cindirêsê direvîne û mal û milkên wan didize
Çeteyên tirk welatiyên Cindirêsê direvîne û mal û milkên wan didize
20 tîrmeh, 2018   10:59

CEFER CEFO / EFRÎN

Li gorî çavkaniyekî ku agahî dane ajansa me, çeteyên artêşa tirk a dagirker îro di saetên sibê de welatiyê bi navê Ednan Eyho ji navçeya Cindirêsê revand û ji malbata wî milyonek LS xwest da ku were berdan.

Heman çavkanî da zanîn ku artêşa tirk a dagirker, ciwanan bi hêza çekan direvîne û dibin cihekî nediyar.

Çavkaniyeke din ji navenda Cindirêsê got ku benda kontrolê ya çateyên artêşa dagirker, mal û milkên welatiyan talan dike.

(ekib)

ANHA