‘Divê li dijî zanîngehên baviksalar, fikrê jineolojiyê bi pêş bixin’

Beşdarên ku PDK’ê nehêla derbasî axa Rojava bibin, bi Skype tev li komxebatên zanîngehên Rojava bûn. Beşdaran diyar kir ku divê ew li dijî zanîngehên baviksalar, bi fikrê jineolojiyê û demokratîk zanistê bi pêş bixin.

‘Divê li dijî zanîngehên baviksalar, fikrê jineolojiyê bi pêş bixin’
20 tîrmeh, 2018   11:18

QAMIŞLO

Dê îro ji bo piştgirî û nîqaşên sîstema zanîngeheke azad û demokratîk, ji Zanîngeha Silêmaniyê mamoste Hawjîn Mela Emîn û ji Zanîngeha Emden/Leer pispor, lêkolînera aştî û pevçûnê Dr. Mechthild Exo tev li “Komxebata Zanîngeheke Azad û Demokratîk” a li bajarê Qamişlo pêk tê, bibûna. Lê ji ber ku PDK’ê nehêla heyet derbasî axa rojavayê Kurdistan bibe, mêvan bi rêyaSkype tev li komxebatê dibin.

Ji beşdaran destpêkê ji Zanîngeha Emden/Leer pispor, lêkolînera aştî û pevçûnê Dr. Mechthild Exo bi Skype tev li komxebatê bû. Exo, komxebat silav kir û got ku wê dixwest bi awayek fizîkî di nava komxebatê de cih bigire, lê ji ber hinek şert û mercên siyasî nekarîn tev lê bibin. Exo anî ziman ku dema ew diaxive li ser nêrîneke femînîst û dij mêtinger diaxive.

‘Divê em li dijî zanista baviksalar tê bikoşin’

Exo got ku zanist, hertim polîtîk û siyasiye, lê zanista rast tê veşartin û wiha pêde çû: “Divê em zanistê wek malê civakê û pêşketinê binirxînin. Ev berevejiyê zanista ku niha heye. Divê em ji xwe bipirsin ku em ji bo kê zanistê pêşbixin û di encama xebatên zanistî de çi zererê bibînin. Ez dixwazin qala nirxandinên tevgerên femînîst ên Ewropa û nirxandinên gelên bindest ên li dijî mêtîngeriyê tekoşînê dikin bikim. Divê em zanistê wekî qadeke têkoşînê hilbijêrin. Em neçarin pergalek nû ya zanînê ava bikin ne wek pergala baviksalar êş û tunebûnê çêdike.”

‘Gelên bindest her tim li dijî zanista desthilatdaran li ber xwe daye’

Exo bal kişand ser rewşa zanîngehên ku heyîn û destnîşan kir ku sîstemê zanîngeh wek cihê desthilatdariyê xistiye bin destê xwe û wiha axivî: “Ev zanîngeh weke saziyên zilaman hatine avakirin. Ji bo avakirina vê sîstemê jî bi sedan jin hatine kuştin. Li gel wê jî bûne bingehê nîjadperestiyê. Di cîhanê giştî de ev sîstema Ewropa wek çandek oryantalist hatiye ferzkirin. Lê gelek civakên ku di bin navê zanistê de tên çewisandin li hemberî van lêkolînên xwînxwar li berxwedane û didin, rêbazên xwe yên lêkolînê diafirînin. Yek ji van cihan jî Bakûrê  Suriye yê ye. Em dixwazin vê sîstemê nas bikin û têkiliyên hevkariyê ava bikin.”

‘Desthilatdar ji fikrê jineolojiyê ditirsin’

Exo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku yek ji rêyên tekoşînê jî hebûna fikrê jinê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em bi Fakulteya Jineolojî re dinava têkiliyan de bin. Zanîngeha me ji bo vê hevpeymanek amedekiribû. Lê ji ber ku desthilatdariya baviksalarî ya dewleta Almanya ji vê fikrê tirsiya şandeya me asteng kirin. Heman demê de jî Rêveberiya Başûrê Kurdistan jî hatina me ya ji bo Rojava asteng kir. Ji ber ku ev desthilatdarî ji destpêkê ve li dijî fikrê Jineolojî ne. Lê li gel hemû zextan jî hevdîtinên me hene û me gav paşde neavêt. Em li ser Skype semîner didin hev û fikrên hev nîqaş dikin. Em hêvî dikin rojekî li gel xwendekar û mamosteyê Rojava çay vexwin û fikrên xwe parve bikin.”

‘Divê deriyên zanîngehan ji bo her kesî vekirî bin’

Yek ji beşdarên ku tev li komxebatê bûyî jî, ji Zanîngeha Silêmaniyê, başûrê Kurdistan mamoste Hawjîn Mela Emîn bû. Hawjîn jî di destpêkê de kesên beşdarvan silav kir û diyar kir ku wan di aliyê zagonî de lêkolîn kirine û tevlî komxebatên dibin. Hawjîn bal kişand ser amedekirina lijneyek zanistî ji bo avakirina sîstemek perwerdeyê ya demokratîk û wiha got: “Ji bo avakirina paradigmayek nû pêwîstî bi beşên civaknasî û felsefî heye. Pêwîstiyek heye ji bo giringî dayîna van beşan. Dîsa têkiliyên zanîngehê di gel sazî û civakên din ên di nava civaka Rojava de. Ji bo bikaribe bibe bersiv ji bo hebûnên civaka Rojava. Divê deriyê zanîngehê ji van re vekirîbe ji bo nêrînên cuda.”

‘Divê rewşa Rojava ya awarte di zanîngehê de bibe mijara dersan’

Hawjîn destnîşan kir ku êrîş li ser civaka Rojava hene, divê di zanîngehan de ev her tim were rojevkirin û bikaribe civak rastiya heyî bizane. Hawjîn got ku divê beşên zanistê di zanîngehê de neyên parçekirin, divê her fakulteyên bi serê xwe kar neke û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Divê agahî li beşê aborî, civakî û cihên lêkolîneriyê hebe, ji bo xwendekar bikarin xwe bi pêş bixin. Ne tenê beşên teori, heman demê de yên praktîkî jî cih bigire.”               

(bm)

ANHA